Lêkolînerek siyasî: Betalkirina lihevkirina El-Saxîrat çarçoveya siyasî li ser Serac radike

Lêkolînerê siyasî û pisporê karûbarên navneteweyî Cemal Raêf got: “Piştî ku gelê Lîbyayê mafê birêvebirinê da Xelîfe Haftar, dibe ku rê li pêşiya valahiya destûrî bê girtin.”

Lêkolînerek siyasî: Betalkirina lihevkirina El-Saxîrat çarçoveya siyasî li ser Serac radike
29 nîsan, 2020   05:53
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Lêkolînerê siyasî û pisporê karûbarên navneteweyî Cemal Raêf di hevpeyvîneke bi ANHA’yê re got: “Qebulkirina tevgera Haftar a ji aliyê gel ve û betalkirina lihevkirina El-Saxîrat, ji bo rewşa Libyayê wek xala veguherînê tê hesibandin.”

‘RAKIRINA ÇARÇOVEYA SIYASÎ LI SER SERAC Û BIDAWÎBÛNA PLANÊN TIRKIYÊ’

Raêf betalkirina lihevkirinê wek veguhestinek erênî hesiband û got: "Ev biryar çarçoveya siyasî li ser Serac û milîsên wî rakir. Li gorî wê milîsên terorîst bi hêza rewa re (parlamanto û artêşa niştmanî) li ser masaya diyalogê rûniştin. Ev jî tiştek ji mantiqê dûr e ku niha tê rastkirin. Vê lihevkirinê ji Erdogan ê ku dixwest bi rêya lihevkirinê derbasî Libyayê bike, vedikir.”

‘TIRKIYÊ MIJULBÛNA NAVNETEWEYÎ YA BI KORONAVÎRUSÊ VE BIKAR ANÎ Û BI AWAYEKÎ HOVANE DESTWERDAN KIR’

Raêf wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Tirkiyê mijulbûna cîhanê bi pandemiya Koronavîrusê ve bikar anî û bi rêya şandina çeteyên ji Sûriyê yan jî leşkerên Tirk ji Lîbyayê re bi awayekî hovane destwerdana Libyayê kir. Mirov dikare bûyerên niha li Lîbyayê rû didin bi şoreşeka jinûve rastkirinê, bi pêşengiya Xalîfa Haftar, bi piştgiriya parlamantoyê û gelê Lîbyayê biwesfîne.”

Raêf texmîn dike ku di pêvajoya bê de civaka Lîbî carek din ji hundir ve bê komkirin û wiha pêde çû: “Valahiya destûrî û desthilatdariyê bi rêya hikumetek Lîbî  bi piştgiriya parlamantoya Lîbyayê were dagirtin(tijî kirin). Piştre dewleta Lîbyayê wê hewl bide tevahiya saziyên siyasî û aborî sererast bike.”

‘DEWLET WÊ JI BAHOZA TEVLIHEVIYÊ Û TERORA KU JI SÛRIYÊ TÊ, XILAS BIBE’

Raêf destnîşan kir ku bi rêya gava ku Haftar avêtiye, dibe ku dewlet bi alîkariya dewletên Ereb ji bahoza tevliheviyê xilas bibe û wiha domand: "Tişta dimîne jî desteka civaka navneteweyî ji prosesa guherandina bi pêşengiya Haftar re ye. Haftar niha ne tenê aramiya Lîbayayê diparêze, heman demê de herikîna terorê ji Sûriyê ber bi Lîbya û heta ber bi Ewropayê ve  jî radiwestîne."

‘PÊNGAVA HAFTAR DÊ XETERIYA TERORÊ Û PIŞTGIRÊN TERORÊ TUNE BIKE’

Raêf di dawiyê de got: "Ji berjewendiya Ewropayê ye ku piştgiriya wan tevgerên guherandinê bike. Ev tevger ewlehiya Lîbya û herêmê bi giştî ji xeteriya terorê û dewletên piştgerên wê di serî de Tirkiyê dabîn dike."

(şx)

ANHA