​​​​​​​Akademiya Tenduristiyê bû fakulteyek girêdayî Zanîngeha Rojava

Desteya Tenduristiyê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zanîngeha Rojava biryareke hevpar dan ku Akademiya Tenduristiyê bibe "Fakulteya Tenduristiyê" û girêdayî Zanîngeha Rojava be.

​​​​​​​Akademiya Tenduristiyê bû fakulteyek girêdayî Zanîngeha Rojava
29 nîsan, 2020   04:35
QAMIŞLO – BOTAN HISÊN – LÎLAV MIHEMED

Akademiya Tenduristiyê di 4‘ê Gulana 2017‘an de ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Rojava ve li navçeya Serêkaniyê ya kantona Hesekê hatibû vekirin. Armanca vekirina akademiyê amadekirina kadroyekî tibî û hemşîreyan bû. Da ku pêwîstiyên nexweşxane û navendên tenduritiyê bi cih bînin. Di 7‘ê Îlona 2018‘an de Desteya Tenduristiyê avahiya akademiyê  li bajarokê Hîmo yê bajarê Qamişlo vekir û beşê wê hatin berfireh kirin.

AKADEMÎ BÛ FAKULTE

Bi mebesta pêşxixtina qada tenduristiyê li herêmê û amadekirina kadroyên ku li gorî pîvanên navnetewî û zanistî vê pîşeyê pêk bînin, di navberea Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Zanîngeha Rojava de nîqaşên dem dirêj hatin kirin.

Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mustefa ji ANHA‘yê axivî û diyar kir ev nîqaş bi biryareke hevpar encam da ku Akademiya Tenduristiyê ya girêdayî Desteya Tenduristiyê bibe Fakulteya Tenduristiyê ya girêdayî Zanîngeha Rojava.

Rohan sedema girtina vê biryar diyar kir û got: "Akademiya Tenduristiyê di salên dawî de gavên baş avêtine û gelek karên erênî di wawrê pêşxistina qada tenduristiyê pêk anîn. Kadroyên tibî û hemşîre peyda kir."

Rohan wiha domand: "Akademî dikarî bibe bingeha ku em pala xwe bidin wê û bibe fakulyeke tenduristiyê ku bijîşk jê derkevin."

AMADEKARÎ BERDEWAM IN

Rohan destnîşan kir ku piştî girtina biryarê, zanîngehê dest bi amadekariyên danîna sîstema fakulteya tenduristiyê, hem di aliyê diyarkirina salên perwerdeyê de, hem jî di warê peydakirina kadroyên dayîna perwerdeyê ji hundir û derve ve û danîne şertên qebûlkirina di fakulteyê de ji bo sala 2020-2021, kir.

Rohan Mustefa got: “Rêveberiya Zanîngehê hevserokatiya fakulteyê hilbijart, komîteya danîna madeyên sereke û şêweyên wanedayînê ava kir. Her wiha kadroyên pispor ji hundirê Rojava, Sûriyê û derve jî peyda kir da ku waneyan bidin.”

Rohan diyar kir ku salên xwendinê di Fakulteya Tenduristiyê ya Zanîngeha Rojava de li şûna 4 dê bibe 6 sal.

XWENDEKARÊN AKADEMIYÊ DÊ PERWERDEYÊ BIDOMÎNIN

Derbarê rewşa xwendekarên di akademiyê de Rohan Musstefa got: “Xwendekarên Akademiya Tenduristiyê bi vê biryarê bandor nabin. Dê li ser esasê perwerdeya di akademiyê de perwerdeyên xwe di fakulteyê de dewam bikin. Dibe ku saetên dewamê zêde bibin û madeyên din zêde bibin da ku pisportî û tecrûbeyên wan ên zanistî û tibî dewlemend bibin.”

JI BO VEKIRINA BEŞÊ HEMŞÎRETÎ NÎQAŞ HENE

Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mustefa eşkere kir ku nîqaşên wan derbarê vekirina beşê hemşîretî di fakulteyê de berdewam e, da ku piştre peymangeha Hemşîretî ya Zanîngeha Rojava.

ANHA