‘Divê herkes xwedî li felsefeya Rêber Apo derkeve’

Şêniyê bi navê Xelîl Bilal di salên 90’î de bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye. Bilal bang kir û got: “Divê herkes xwedî li felsefeya Rêber Apo derkeve û li ser rûyê erdê bixe meryetê. Da ku armancên şoreşê pêk werin.”

‘Divê herkes xwedî li felsefeya Rêber Apo derkeve’
29 nîsan, 2020   04:57
HELEB-SOLÎN REŞÎD

Di dema ku Rêber Abdullah Ocalan li Sûriyê bû, hewl da bi awayekî yekser bi tevahiya çînên civaka Sûriyê û Rojava re rûne. Gelek şênî hûrguliyên hevdîtina yekemîn a bi Rêber Ocalan re bibîr dixin.

Şêniyê bi navê Xelîl Bilal ji şêniyên gundê Qude yê girêdayî navçeya Reco yê kantona Efrînê ya dagirkirî ye. Kesayetek welatparêz e. Di sala 1987`an de Tevgera Rizgarkiriya Kurdistanê nas dike û xebatê dimeşîne. Cara yekemîn bi Rêber Abdullah Ocalan re di 1997`an de li bajarê Helebê rûdine.

Bilal dibêje: “Rêber Abdullah Ocalan ji bo her kurdekî mînak e. Hevdîtina bi Rêber Apo re wek xwenekêbû. Ev xewn di Adara 1997`an de pêk hat.

Ez li gund bûm. Em ji bo civînê hatin vexwendin, lê tu detayên girêdayî xwezaya civînê yan jî cihê wê nehatin gotin. Em ji gund çûn Helebê. Ew cara yekemîn bû ku Rêber Abdullah Ocalan dibînim."

‘DILNIZMIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN BALA HEMÛ BEŞDARÊN CIVÎNÊ KIŞAND’

Bilal di berdewama vegotina serpêhatiya xwe de got: “Taybetmendiya kesayeta Rêber Abdullah Ocalan a  ku bala wî kişandiye dilnizmiya wî bi şêniyan re bû. Dema Rêbertî derbasî odeyê bû li hemûyan nêrî. Piştre lêborîna xwe xwest ji ber ku li ser civînê dereng maye. Ji ber ku tev li weşana zindî li ser kanala Med TV bûbû. Ez ecêb mam. Ez bi kesayeta wî ya dilnizm gelek fikirîm. "

Bilal diyar dike ku dilnizmiya Rêber Abdullah Ocalan tevahiya têgehên girêdayî xwezaya rêberan ên ku di hişê şêniyan de hatiye rûniştandin guhertin.

‘RÊYA ŞOREŞÊ DIRÊJ E, LÊ DI DAWIYÊ DE WÊ BIGIHÊJE ARMANCA XWE’

Girêdayî mijarên ku Rêber Abdullah Ocalan di civînê de behsê kirine, Bilal got: "Rêbertî ji me re behsa dîroka şoreşên di Kurdistanê de, Partiya Karketên Kurdistanê û berxwedana şervanan di çiyayan de û berxwedana têkoşeran di zindanan de kir. Hîna ew agahî di bîra min de zindî ne. Rêber Abdullah Ocalan şoreş bi tirêna ku li ser rêya xwe diçe wesifand û got, ‘tirên rêya xwe didomîne. Di hinek stasyonan de disekine. Hinek jê dadikevin û hinek jî lê siwar dibin. Lê di dawiyê de tirên wê bigihêje armanca xwe.’”

Bilal wiha pê de çû: "Rêbertî behsa girîngiya rola jinê di civakê de û girêdana wê bi awayekî yekser di birêxistina civakê de kir. Pir girîngî da pêşxistina şoreşa jinê. Di civînê de bi şêniyan re demek dirêj nîqaş kir û deriyê nîqaş û pirsan ji me re vekir. Guhdarî nêrînên wan ên cuda têkildarî şoreşê kir.”

Xelîl Bîlan bang kir ku xwe di felsfeya Rêber Abdullah Ocalan de kûr bikin  û di pratîkî de pêk bînin da ku armancên şoreşê û yekîtiya gelê Kurd pêk were.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/b_38pfsqtjo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>