Zînî Wertê çima bû navenda aloziyê?

Piştî ku PDK’ê gelek hêzên xwe şandin Zînî Wertê, bertekên zêde çêbûn û niha kêm be jî ew alozî bê deng bûye. Aloziya li Zînî Wertê parçeyek ji planên dagirkirina Başûrê Kurdistanê bû û vê yekê careke din planên dewleta Tirk a dagiker ên dagirkirina Kurdistanê aşkera kirin ku Kurdistan bûye navendeke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Her wiha xetereya hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî derkete holê. 

Zînî Wertê çima bû navenda aloziyê?
29 nîsan, 2020   05:00
NAVENDA NÛÇEYAN – HÊVÎ HESEN

Rojnamevan, rewşenbîr, hunermend û gelê Kurd der barê Zînî Wertê de hişyariya “Zirarê dide yekitiya neteweyî ya gelê Kurd, sedsaleke din ji destê gelê Kurd dibe” kir. Em ê jî di vê dosyaya xwe de hewl bidin hinekî li paşxaneya aloziya li Zînî Wertê hûr bibin.

ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN Û PLANA JI NÛ VE PARÇEKIRINA KURDAN

Encamên plana modernîteya kapîtalîst a van her du sedsalên dawîn ku dema nikare serdemên krîza xwe bidomîne, faşîzmê gur dike û dixe meriyetê, her tim bi ‘şerên cîhanê’ bi encam bû. Gerçî tişta ku pêk dihat, ne şerê cîhanê bû, şerê desthilat û hegemonyayê bû ku serdestan ji bo parvekirina gelan û erdnîgariyan dida meşandin.

Di dema wan şeran de hinek gel/netewe derketin û sûd ji firsendan wergirt û mafê tayînkirina çarenûsa xwe bi dest xist lê belê hinek gel jî di nav polîtîkayên dagirkerî û mêtingeriyê de man. Ji wan gelan gelê Kurd û Kurdistan bi destê çar netewedewletan (Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye) bi polîtîkayeke domdar a tunekirinê re rû bi rû man. Lê belê li gel polîtîkayên ‘dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe’ tunebûna yekitiya Kurdan jî yek ji wan sedeman e ku Kurdistan bûye mêtingeheke wan dewletan.

Êdî her kes pê dizane ku pêvajoya 20 salan a ku bi mudaxeleya DYA’yê ya li Iraqê dest pê kir, êdî nikare bi modernîteya kapîtalîst bê domandin û nêrîneke hevpar e ku dê di nav Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ne.

Dîrok ne yekûna bûyerên borî ye, bîra zindî ya gelan e ku ji duh ber bi îro ve berdewam dike. Civak û gelên nikarin ji bûyerên berê ji xwe re dersekê derxin, her wekî yên beriya xwe ji nav rûpelên dîrokê tên avêtin.

Di van rojên dawîn de nîqaşên têkildarî Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê, daneyên ku amadekariya dagirkrina Başûr bi destê dewleta Tirk û PDK’ê wek hêza amadekar a wê planê nîşan didin, xetereyeke mezin e ku dîsa hewl didin Kurdan bi Kurdan bidin qirkirin. 

TÊKILIYÊN VEŞARTÎ YÊN PDK’Ê YEKITIYA KURDAN ASTENG DIKIN

Polîtîkaya dewleta Tirk a Başûrê Kurdistanê ji berê ve li gel ku carinan şiklê wê guherîbe jî, eslê wê wekî xwe ma. Heke mirov wek sê beş lê binêre, ya yekemîn; di navbera salên 1920-1926 de Başûr di nav sînorên Mîsaqî Mîllî de nîşan dide û vê yekê li ser maseyên peymanên navneteweyî gelek caran dixe rojevê. Tişta tirsnak ew bû ku Kurd li Başûr bên tepeserkirin ku navenda têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bû. Ji bo mîsogerkirina vê yekê di 5’ê Hezîrana 1926’an de Tirkiye, Brîtanya û Iraqê Peymana Enqereyê îmze kir û Mûsil dan Iraqê. Piştre dîsa peymanek çêbû û bi berdêla 500 hezar poundên Brîtanyayê dest ji mafên xwe yên peymanê berda û xeyala dagirkirina Başûrê Kurdistanê jî pê re bi dawî bû.

Ya duyemîn; di navbera salên 1926-1986 de dewleta Tirk vê carê bi hevkariya Iraqê hewl da Kurd li herêmê mafên xwe bi dest nexin. Pêvajoya sêyemîn jî bi mudaxeleya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li Iraqê di sala 1990’î de dest pê kir. Di wê pêvajoyê de jî tişta diyarker partiyên Başûr bûn, nemaze jî têkiliyên dewleta Tirk û PDK’ê bûn.

Piştî ku DYA’yê mudaxele li Iraqê kir, dewleta Tirk dîsa dest pê kir ji bo Mûsil anku Başûrê Kurdistanê kete nav xeyalan ku bi Peymana Enqereyê ya sala 1926’an ji dest dabû. Hevdîtina partiyên Başûr û dewleta Tirk tam jî di demekê de ku dîsa qala Mîsaqî Mîllî dihate kirin, çêbû. Di 9-10’ê Adara 1990’î de Sefîn Dîzayî û Celal Talebanî vexwendin Enqereyê. Serokkomarê Tirkiyê yê wê demê Turgut Ozal bi wan re hevdîtinek kir. Ozal der barê hevdîtinê de agahî da Lijneya Ewlehiyê ya Giştî ya Tirkiyê û wiha got: “Talebanî û Barzanî ji her alî ve muhtacî Tirkiyê ne. Li şûna ku em wan dehf bidin û bixin hembêza PKK’ê, em bi wan re têkiliyan deynin û bixin bin kontrola xwe.”

Vê planê hewl dida parçebûna di navbera Kurdan de kûrtir bike û partiyên Başûr bixe bin kontrola xwe û bi demê re ji aliyê PDK’ê ve hate kûrkirin. Dema ku mijar Kurd bin, dewleta Tirk du ajandeyên xwe hene û ji aliyekî ve bi hêzên Başûr re têkilî datanîn û digot em wan bixin bin kontrola xwe û ji aliyê din ve jî ji bo ku hilbijartinên parlamentoyê yên sala 1992’yan ên Başûr pêk neyên anku Kurd nekarin biryarên xwe bidin, kete nava hewldanê.

Piştî ku Başûr statu bi dest xist, têkiliyên PDK û dewlet Tirk di çarçoveya dijberiya PKK’ê û berjewendiyên aborî yên malbata Barzanî de dewam kir.

Di serdema AKP’ê de li ser xeta Hewlêr-Enqereyê û peymanên bazirganî yên di navbera malbata Barzanî û karsazên li derdora Erdogan de gihaşt bi milyon dolaran.

Êdî PDK ji aliyê bazirganî ve bi serokkomarê dewleta Tirk Erdogan ve hatibû girêdan lê di Îlona 2017’an de di referanduma Başûrê Kurdistanê de herî zêde jî Erdogan dijberî kiribû û heqaret lê kiribû. Erdogan gefên “Em ê vaneyan bigirin û ji we birçînan bikujin” xwarin lê piştî referandumê dîsa têkiliyên dualî her wekî ku tu tiştek nebûbe, dewam kir.

Dewleta Tirk û Erdogan hebûna xwe li ser dijberî û dijminahiya Kurdan saz kiriye û bi PDK’ê re têkiliyên xwe yên xurt hene. Fikarên mezin hene ku PDK şerekî navxweyî bide destpêkirin. Şerê navxweyî yê Kurdan di dema Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dê bibe sedem ku her wekî di sedsala bîstan de, di sedsala bîst û yekan de jî Kurd bi bin bikevin.

Bûyerên li Zînî Wertê ne arîşeya YNK, PKK û PDK’yê ye, ev pirsgirêk yekser wek xefikekê xuya dike ku hêzên emperyalîst û mêtinger li dijî gelê Kurdistanê didin meşandin. Gelek nîşane derdikevin holê ku PDK’ê jî tev li vê planê dikin ku yekser bi Erdogan ve hatiye girêdan.

PAŞXANEYA DÎROKÎ YA DAGIRKERIYÊ

Êrişa leşkerî ya dewleta Tirk a destpêkê bi navê ‘Operasyona Şopandina ji Nêz ve’ di sala 1983’yan de pêk hat. Di 1983’yan de di navbera Enqere û Bexdayê de Peymana Ewlehiya Sînor û Hevkariyê hate rojanekirin ku di 1926’an de hatibû danîn. Bexdayê bi vê peymanê rayeya operasyonê da dewleta Tirk, li gorî peymanê artêşa Tirk dikarî heta 10 kîlometreyan bikeve xaka Iraqê (Başûrê Kurdistanê). Piştî peymanê li dijî gerîlayên PKK’ê êrişa yekemîn di 25’ê Gulana 1983’yan de çêbû. 7 hezar leşker bi qasî 5 km sînor derbas kir. Her wiha artêşa Iraqê jî ji aliyê başûr ve êrişî kampên PKK’ê kir.

Di Cotmeha 1984’an de operasyona duyemîn li dijî PKK’ê hate kirin û kampên PKK’ê kirin hedef. Di 12’ê Tebaxa 1986’an de operasyona sêyemîn li dijî xaka Başûr pêk hat.

Operasyona çaremîn di 4’ê Adara 1987’an de pêk anîn. Balafirên şer ên artêşa Tirk gelek deverên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Li şûna ku PDK bertekê nîşanî dewleta Tirk bide, PKK kir armanc. Dewleta Tirk di navbera 1988-1991’an de nekarî ‘operasyona derveyî sînor’ li dar bixe, ji ber ku Bexdayê destûr neda dewleta Tirk.

Gelê Başûr di sala 1991’an de li Ranyayê dest bi serhildanê kir. Di demeke kurt de ji Behdînan heta Zaxoyê, ji Soran heta Helebçeyê serhildan berbelav bû. Rejîma Baasê ji gelek deverên Başûr hate derxistin. DYA’yê bi navê ‘Hêza Çakûç’ gelek hêz li herêmê bi cih kirin. Sînorê Başûr wek paralelên 36-42 hatin diyarkirin. Qada hewayî ya di navbera wan de maye, ji firîne re hate qedexekirin. 

Piştî vê pêngavê DYA’yê di 1992’yan de parlamentoya Başûr li Washingtonê bi PDK û YNK’ê da avakirin. Biryara yekemîn a parlamentoyê ew bû ku li dijî tevgera azadiyê ya Kurdan şer bike. Bi vê biryarê PDK û YNK’ê bi dewleta Tirk re li hev kir û di Cotmeha 1992’yan de li dijî PKK’ê ‘Operasyona Sandivîçê’ da destpêkirin. Ev operasyon bû ya yekemîn ku dewleta Tirk hêzên Başûr jî hildan cem xwe û bi wî awayî êrişî PKK’ê kir. 

Piştî vê êrişê di Adara 1995’an de bi navê ‘Operasyona Çelîk’ êrişeke din dest pê kir. PDK di sala 1997’an de li Hacî Umran, Çoman, Qendîl heya gundê Pirdeşalê kete pêşiya tankên artêşa dewleta Tirk û bi dagirkeran re êrişî gerîlayên PKK’ê kir.

Di sala 2007’an de êrişên hewayî zêde bûn. Êrişa bejahî ya dawîn di Sibata 2008’an de hate kirin. Ji Nîsana 2018’an ve êrişên dagirkeriyê li ser herêma Biradostê, deverên Xakurk, Çiyayê Şekif û Ava Lolan berdewam dikin.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BAREGEHÊN DAGIRKERIYÊ YÊN DEWLETA TIRK

Piştî ku parlamentoyê Başûr hate avakirin û biryara wê ya destpêkê şerê li dijî PKK’ê bû, di Coteha 1992’yan de li dijî gerîlayên PKK’ê êrişeke mezin dan destpêkirin. Her wiha bû destpêk ku dewleta Tirk a dagirker li Başûr baregehan çêke û dest bi dagirkirinê bike. Piştî êrişa mezin dewleta Tirk û yekîneyên MÎT’ê bi awayê yekîneyên nepen li derdora Dihok û Zaxoyê bi cih bû. Van yekîneyan di nava 25 salan de 15 baregehên leşkerî çêkirin. Baregehên heyî di sala 1996’an de jî fermî kirin.

Baregeha yekemîn a dewleta Tirk li bajarokê Selaheddîn yê 25 km dûrî Hewlêrê di 1994’an de hate avakirin. Tişta balkêş jî ew bû ku ew baregeh li bajarokê Mesûd Barzanî dihate avakirin. Artêşa Tirk dûre hêzên xwe li deverên Hewlêr, Zaxo, Dihok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiyê û Kanîmasiyê bi cih kirin.

Li Başûr li gel baregehên leşkerî, navendên îstixbarata dewleta Tirk (MÎT) jî hatine çêkirin. Piraniya wan li Dihokê ne. Li Hewlêr û navçeya Batûfa ya Zaxoyê, li navenda Zaxoyê û Dihokê navendên MÎT’ê hene.

Dewleta Tirk a dagirker ji xeynî baregehên xwe yên li Başûr, sala par gelek deverên herêma Biradostê jî dagir kirin. Li herêma Biradostê deverên hatine dagirkirin, wiha ne: Lêlikan, Navmêrgan, Xelkere, Bilasinên, Xelifan, Geliyê Reş, Araqa, Xeme, Bezinê, Bênavok, Çinaro, Çiyayê Kitkin, Reşmelê, Şapanê, Kanîreş, Qongre, Sosinê û derdora çiyayê Şekif, li Xakurkê Girê Şehîd Derwêş, Girê Şehîd Sarya û derdora çemê Lolan.

Li gorî peymanên navneteweyî dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê dagirker e lê belê bi erêkirina hikumeta Başûr li wê derê dimîne. Di salên borî de baregeha li Başîkayê ya dewletaTirk a dagirker kete rojevê, wê demê hikumeta Başûr daxuyand ku leşkerên Tirk bi agahiya wan li wê derê bi cih bûne.

Dewleta Iraqê gelek caran daxuyanî dan û xwest baregehên dewleta Tirk werin girtin. Her wiha parlamentoya Başûrê Kurdistanê di sala 2003’yan de ji bo ku hêzên dewleta Tirk werin derxistin biryarek da lê belê PDK’ê nehişt ew biryar were bicihanîn û bi ser de jî hewldanên Iraqê asteng kirin.

ÇIMA ZÎNÎ WERTÊ?

Ji bo ku mijar baştir were fêmkirin, divê em di serî de bala xwe bidin ser rewşa jeostratejîk û jeopolîtîk a Zînî Wertê. Li wê herêmê çiyayên bilind û geliyên kûr hene û wek bihurekê ye. Li hemberî çiyayê Qendîl e û ber bi rêzeçiyayên Zernê Kêwî ve li pişt navçeya Ranyayê dirêj dibe. Li dawiya wan rêzeçiyayan Zînî Wertê heye. Li aliyekî wê Qendîl, Balayan, Şêxnasir, Helgurd, Xakurkê, Çiyayê Barzan û bajarê Ranya û gundewar hene.

Li aliyê din ê Zînî Wertê jî rêzeçiyayên Karox dest pê dikin û heta bajarê Diyana, ji wê derê jî li devera ku çemên Zê û Avaşîn dibin yek, ji ber avê qut dibe. Piştî Avaşîn û Zê çiyayên Gareyê dest pê dikin. Bakurê vê rêzê ji bajarê Akrê heta çiyayê Xêrê, bajarokê Çemankê û çemê Xabûrê dirêj dibe, başûrê wê jî heta çiyayê Laleşa Nûranî yê Şengalê diçe û ji wê derê jî digihêje bajarê Dihokê.

Taybetmendiyeke din a Zînî Wertê jî her çend ji aliyê erdnîgarî ve di nava sînorên Hewlêrê de be jî, di bin kontrola YNK û gerîlayên PKK’ê de ye.

ÇI BÛ, KÊ ÇI GOT?

PDK’ê çend roj berê hêzên xwe şandin Zînî Wertê ya di bin kontrola YNK’ê de. Di heman demê de dewleta Tirk derdora kampa Mexmûrê bombebaran kir û 3 jinên ku li wê deverê pezê xwe diçêrand, hatin qetilkirin. Ev bûyer li dû hev pêk hatin û ji hêla gelê herêmê û gelê Kurd ve bi fikar hatin şopandin. Sedema van fikaran jî, ew e ku PDK’ê li gorî plana dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe şandine deverê û hewl dide Qendîlê dorpêç bike. Li herêma Zînî Wertê di dema şerê navxweyî yê sala 1996’an ê PDK-YNK’ê de şerên giran rû dan, herî dawî jî kete bin kontrola YNK’ê. Di sala 1998’an de li gorî peymana di navbera PDK û YNK’ê de ji YNK’êre hiştin. Ji meha Adarê ve PDK’ê hêzên pêşmerge şandin vê deverê ku di bin kontrola gerîlayên PKK’ê û hêzên YNK’ê de ye. Ev herên 22 sal e di bin kontrola YNK’ê de ye û piştî ku PDK’ê pêşmergeyên xwe şandin wê derê, li herêmê aloziyê dest pê kir. YNK’ê jî li dijî vê hemleya PDK’ê hêzên xwe yên li herêmê qewîn kirin û hêza xwe zêde kir. Ji ber ku ev herêm nêzî deverên bicihbûna gerîlayên PKK’ê ye, devereke stratejîk e.

Komîteya Karên Derve ya KCK’ê di 14’ê Nîsanê de daxuyaniyek da û piştrast kir ku hêzeke nû ber bi herêmê ve hatiye şandin û diyar kir ku pêdeçûna li herêmê dibe sedema fikaran ku di navbera hêzên  Kurdan de nakokiyan zêde bike. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo ku aloziya li herêmê bi dawî bibe ku bi şandina hêzên PDK’ê dest pê kir, divê hêzên ku bûne sedema aloziyê xwe vekişînin herêmên xwe û alozî bi dawî bibe.

YNK’ê jî di heman rojan de daxuyaniyek da û xwest pêşmergeyên PDK’ê ji herêmê derkevin û li gorî peymanê tev bigerin.

Di 15’ê Nîsanê de ji bo kêmkirina aloziya li herêmê yekîneyeke gerîlayên PKK’ê bi hêzên PDK’ê re hevdîtinek pêk anî û piştre di êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk de hatin şehîdxistin.

Heman rojê Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve PDK’ê ambargo daniye ser, ji aliye balafirên dewleta Tirk ve hatin bombebarankirin û 3 jin hatin qetilkirin. 

KCK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo êrişê ji nuqteya PDK’ê ya li Zînî Wertê ji dewleta Tirk re îstixbarat hatiye dayîn.

Hema piştî wê Nêçîrvan Barzanî jî daxuyaniyek da û got divê hêzên PKK’ê ji qadê derkevin, heke yekîneyên li herêmê jî lê bimînin dê berpirsyariya ewlehiya wan li ser wan nebe û bi vê yekê piştrast dikir ku îstixbarat ji aliyê PDK’ê ve ji dewleta Tirk re hatiye dayîn.

Du roj piştre jî Mesrûr Barzanî li ser navê hikumeta Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û got “Pêşmerge ji ber Koronavîrusê û qaçaxçiyan ji wê herêmê re hatine şandin.” Lê belê kesên ku ew herên nas dikir, dizanî ku tu rastiyeke vê daxuyaniyê tune ye. Ji ber ku tu rêyên bazirganiyê yan jî guzergaha qaçaxçiyan di herêma Zînî Wertê re derbas nabe. Ev daxuyanî bû sedema şîroveyan ku PDK pandemiya Koronavîrusê ji xwe re wek firsend bi kar tîne.

Gelê Başûr bertekên tund nîşanî têkiliyên kûr ên dewleta Tirk û PDK’ê û hewldanên hêzên navneteweyî dan ku bûn sedema aloziya li Zînî Wertê. Gelê Zînî Wertê banga “Ji vê derê derkeve” li PDK’ê kir û destnîşan kir ku sedemeke din a bicihbûna PDK’ê li Zînî Wertê ew e ku xeta Raperîn-Soranê ji hev qut bike. Gelê herêmê her wiha diyar kir ku dê pevçûneke di navbera Kurdan de encamên giran bi xwe re bîne.

KNK, hunermend, rojnamevan û rewşenbîrên Kurd jî daxuyanî dan û banga aqlê selîm li aliyan kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek weşand û bal kişand ser bangên hunermend, rojnamevan û gel û wiha da zanîn: “Çi berpirsyariya dikeve ser milê me, em ê bi cih bînin. Em bawer in ku dê ev hesasiyeta raya giştî ya Kurd bibe sedem ku pirsgirêkên di navbera hêzên siyasî yên Kurd de jî bên çareserkirin û ji bo pêkhatina yekitiya neteweyî bi roleke girîng rabe.”

ARMANCA DEWLETA TIRK XUYA YE LÊ ARMANCA PDK’Ê ÇI YE?

Aloziya li Zînî Wertê piştî daxuyaniyên KCK’ê û bertekên gel niha hinekî bê deng bûye lê nayê zanîn bê ka di rojên pêş de bi polîtîkaya dewleta Tirk a dagirker û hêzên hegemon ber bi kîjan qonaxê ve biçe.

Aloziya li Zînî Wertê parçeyekî plana dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye û careke din planên dewleta Tirk ên dagirkirina Kurdistanê deşîfre kirin ku niha bûye navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Dewleta Tirk li Zînî Wertê PDK’ê dide pêş xwe û hewl dide Kurdan bi Kurdan bide qirkirin û dixwaze tevgera azadiyê ya Kurd û PDK’ê bide şerkirin. Tê destnîşankirin ku hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re dê di vê sedsalê de jî bibe sedem ku gelê Kurd derfetên mezin ji dest bide.

ANHA