Hêzên hikumetê dîsa herêma Idlib topbaran kir

Hêzên hikumetî îro dîsa deverên Fitêra, Kensefra, Sifohin û Filêfil ên bejahiyên başûrê Idlibê topbaran kirin, li aliyekî din jî balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanên Sehel El-Xab ê bakur rojavayê Hemayê gerîn.

Hêzên hikumetê dîsa herêma Idlib topbaran kir
27 nîsan, 2020   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) piştrast kir ku dîsa hêzên hikumetê herêma Idlibê topbaran kir, her wiha şeva berê hêzên rejîma deverên Fitêra, Kensefra, Sifohin û Filêfil ên bejahiyên başûrê Idlibê topbaran kirin.

SOHR’ê daxuyand ku balafirên keşfê yên Rûsyayê vê sibehê li asîmanên Sehil El-Xab ê bakur rojavayê Hemayê gerîn.

SOHR’ê duh belge kiribû ku hêzên rejîm piştî nîvê şevê moşek avêtin herêma Hezarîn, Sifohin, Bara Bênîn û Fitêra yên bejahiyên başûrê Idlibê. Her wiha bi doçka deverên Kefer Eme, Kefer Teal û derdora foca 46 li bejahiyên rojavayê Helebê bêyî bidestxistina tu windahiyan hedef girtin.

Hêzên hikumet çeteyên bi piştevaniya Tirkiyê ji dema civîna di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de bi forma Astanayê di 22’yê vê mehê li dar ketiye de, hedef digirin.

(fr)