Di êrişên Îsraîlê de 7 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Şamê de 4 milîsên komên girêdayî Îranê û 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Di êrişên Îsraîlê de 7 kes hatin kuştin
27 nîsan, 2020   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibê balafirên şer ên Îsraîlê ji hundirê xaka Îsraîlê ve navend û nuqteyên hêzên Îranê û Hizbullaha Lubnanê û komên bi ser Îranê ve yên li derdora paytexta Sûriyê Şamê û kirin armanc. 

SOHR`ê piştrast kir ku balafiran ji Kiswê heta bi Sehnaya ya gundewarên rojavayê başûrê Şamê kirin armanc, di encamê de herî kêm 4 endamên komên Îranê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha SOHR’ê diyar kir ku ji ber parçeyên moşekan ên li malên herêmên Adiliyê û Huceyra ên li gundewarên başûrê Şamê ketine, 3 sivîlan jî jiyana xwe ji dest da û birîndar hene. SOHR`ê têkildarî parçeyên moşekan ên li sivîlan ketine tu agahî nedan ka ev parçe yên moşekên Îsraîlê ne yan ên moşekên rejîma Sûriyê yên pergala parastinê ne.

(eh)