Derbeyên Îsraîlê li xaka Sûriyê

Vê sibehê balafirên şer ên Îsraîlê bi gelek moşekan xaka Sûriyê bombebaran kir, her wiha pergala parastina hewayî ya Sûriyê gelek moşek xistine xwarê.

Derbeyên Îsraîlê li xaka Sûriyê
27 nîsan, 2020   06:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya girêdayî hikumeta Sûriyê ragihand ku pergala parastina hewayî vê sibehê saet di 04:55’an de de bersiva bombebarana balafirên şer ên Îsraîlê da.

Ajansê piştrast kir ku balafirên şer ên Îsraîlê ji ser başûrê Lubnanê ve gelek moşek ber bi xaka Sûriyê ve avêtin, li aliyekî din jî parastina hewayî ya Sûriyê yekser bersiv da û piranî moşek xistine xwarê.

Ajansê diyar kir ku zirara ji ber moşekan bi tenê madî bû û tu zirarên canî pêk nehatine.

Di kêmî mehekê de ev êriş a sêyemîn a Îsraîlê ye, her wiha balafirên Îsraîlê komên ku Îran piştevaniya wan dike, hedef digire.

(fr)