​​​​​​​Li rojavayê Kobanê dewriyeyeke nû ya Rûsya û Tirkiyê

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên artêşa Tirk a dagirker dewriyeyeke hevbeş li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê li rojavayê Kobanê pêk anî.

​​​​​​​Li rojavayê Kobanê dewriyeyeke nû ya Rûsya û Tirkiyê
27 nîsan, 2020   08:41
KOBANÊ

Beriya çend kêliyan dewriye bi beşdariya 4 panzêran ji her aliyekî, tevî 2 helîkopterên Rûsyayê ji gundê Aşmê yê li ser sînorê rojavayê bajarê Kobanê dest pê kir.

Li gorî hatiye plankirin, tê payîn ku dewriye li gundên Çarqila Jorîn, Çarqila Jêrîn, Dîkmedaş, Selîb, Siftek, Til Şiîr, Sim Sosan, Qolî û Meşko bigere û dê li cihê destpêkirinê anku gundê Aşmê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GqTnqCtA5D0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>