‘Ragihandina Azad hêza xwe ji şehîdên xwe digre’

Rojnameger Abdurrehman Gok diyar kir ku li Tirkiyê saziyên Ragihandina Azad hertim di bin zextê de ne û got: “Ragihandina Azad hêza xwe ji şehîdan digre.”

‘Ragihandina Azad hêza xwe ji şehîdên xwe digre’
24 nîsan, 2020   04:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li rexma hemû zext û astengiyan jî saziyên Ragihandina Azad tucar tawîz ji weşangeriya xwe neda. Xebatkarên Ragihandina Azad ev 120 salin  mirasê xwe yê weşangeriyê anîne roja îro û li rexma hemû zext û êrişan jî niha jî karê xwe didomînin. Desthilatdarên ku hewl didin meşaleya Ragihandina Azad vemirînin jî, êrişên xwe didomînin. Saziyên Ragihandina Azad a ku bi pêşketina teknolojiyê re gav diavêjin, êdî gihiştine wê hêzê ku berî didin bûyerên cîhanê. Karîne bibin dengê Kurdistan û Rojhilata Navîn.

Edîtorê Ajansa Mezopotamya Abdurrehman Gok, li Tirkiyê zextên li ser Ragihandina Azad nirxand. Gok diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê “yek”bûnî wek tekane distûrê dihesibîne û wiha got: “Tehemûla AKP’ê ji tu cudahiyan re tune. Ji roja ku AKP hatiye ser desthilatdariyê heta niha, hertim hewl dide Kurdan mînîmalîze (kêmkirin) bike.

Di nîvê deshilatdariya xwe ya 18 salî de her çiqas pirrengî wek dewlemendiyek ji ser zimanê xwe kêm nekiribin jî, lê piştî ku hêza xwe cîbicîkirin di 9 salê dawiyê de peyva ‘yekbuyînê’ wek amentüye her tüm dûbarekirin.

Bi demê re, bi Cemmata Fethullah Gulen a hevkarê dewlet-desthilatdariyê re karî muxalefetê mînîmalîze bike. Di vê hevkariyê de, bi taybet ji bo êrişên li ser Kurdan, Cemaatê fetwe didin û AKP’ê jî dixist meryetê. Di sala 2009'an de, di bin navê operasyona li ser KCK’ê de, ji gundiyan bigre heya bajariyan, ji bijîşkan bigre heya parêzeran, ji akademisyenan bigre heya sendîkayiyan, ji mamosteyan bigre heya xwendekaran, her çîna civaka Kurd xwest bi bombardumana ragihandin û enformasyonê krîmînalîze bike. Bi 2009’an re êrişên xwe derxistin lutkeyê. Bi girtinan têr nebûn, bi fetweya ku ji Fethullah Gulen girtin a “Serûbinî bikin, koka wan biqelînin, ne 500, 5 hezar, eger 50 hezar jî bin tune bikin!”, vekirî û bêtirs û bêperwa dest bi kuştina sivîlan kirin. Komkujiya Peyanîs, Geliyê Teyarê û komkujiya Roboskiyê di vê demê de pêk anîn.”

‘HER KU SER SAZIYAN DE DIGIRTIN, HÊRSA ME YA XEBATÊ ZÊDETIR DIBÛ’

Gok diyar kir ku saziyên Ragihandina Azad komkujî û êrişên li ser Kurdan eşkere kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi saya Ragihandina Azad gel li îradeya xwe xwedî derket. Ji ber wê jî desthilatdarî ji Ragihandina Azad ditirse û ev jî encama tirsa bihîstina zextên wan in. Êrişên li ser Ragihandina Azad gelemperî bûn. Dema ku desthilatdariyê dît bi kuştin û girtinan encam negirt, vê carê jî li şûna xebatkarên Ragihandina Azad yek bi yek bigre bi mantiqek tomerîfroş, ji rojnameyan bigre heya ajansan, ji radyoyan bigre heya televizyonan, ji kovaran bigre heya belavkaran, di sibeheke meha Kanûna 2011’an de avêtin ser hemû saziyên ragihadina azad. 46 hevalên me yên xebatkarên Ragihandina Azad binçavkirin û girtin. Dest danîn ser hemû kamera û harddîskên kompîteran. Yanî di rastiyê de armanc ew bû ku di kesayeta Ragihandina Azad de Kurdan yekcar bêdeng bikin. Bi rastî jî dema ku hîn operasyon berdewam bû û buroyên me dihatin lêgerînkirin, şefên polîsan xwe dinepixandin û digotin “Ka em binerin hûne niha çi bikin’. Wan li gorî xwe difikirin ku encam girtine. Lê gel harddîsikên di kompîterên malên xwe de derxistin û ji me re anîn, Ragihandina Azad roja piştî wê 2 qat nûçe weşandin. Ez dixwazin li vir serpêhatiyekî vebêjim. Parêzerek ji bo hevalên me yên di bin çavan de bibîne çûbû  Gerînendeya Ewlehiyê Stembolê. Amîrekî TEM’ê ji parêzer re gotibû “Me hemû girtin û me hemû alavên wan desteser kirin. Lê hîn zêdetir nûçeyan derbas dikin. Kî vî karî dike? Parêzer jî wiha bersiv dabû, “We hîn ev nasnekirine”.

Gok bibîr xist ku AKP’ê pêvajoya derbeya 15’ê Tîrhemê wek “Lutfa Xwidê” dinirxand û wiha pê de çû: “Piştî 15’ê Tîrmehê saziyên Kurdan rastî zextek mezintir hatin. Saziyên Ragihandina Azad bi awayek gelemperî bi KHK’yên ku derxistin girtin. Ma gihiştin armanca xwe? Na. Ji ber ku Ragihandina Azad dîsa bêdeg nebû.”

‘EM DI CIVATEK ŞANAZ DE NE’

Gok destnîşan kir ku xebatkarên Ragihandina Azad bi berdêla canê xwe dixebitin û gotinên xwe wiha domand: “Di salên 90’î de gund şewitandin, qetilkirinên ku kujerên wan ne diyar, înfaz, çetebûyîna di nav dewletê de, tiştên ku JİTEM’ê kirin; di salên 2000’î de jî qetilkirinên ku Tîma Xençer kirî, Komkujiya Şengalê, Berxwedana Kobanê, qetilkirina Ceylan Onkol û Ugur Kaymaz,  Peyanîs, Roboskî, Bodrumên Cizîrê, qetilkirina Şahîn Oner û Kemal Kurt û bi dehan bûyerên wiha Ragihandina Azad a ku dewletê çavdêriya wê dikir nivîsî. Bû dengê gelên ku qet dengê wan nehat bihîstin, bû dengê Ermeniyan, Çerkezan, Ereban, Asûryan, Keldaniyan.”

Gok diyar kir ku divê xebatkarên Ragihandina Azad rabirduya xwe jibîr nekin û wiha axivî: “Divê xwedî li kevneşopiya Ragihandina Azad derkevin. Endamtiya Ragihandina Azad cihê şanaziyê ye. Kevneşopiyek bi şanaziye. Wek endamên vê kevneşopiyê ji alavên me bigre heya diyalogên me yên bi mirovna re û têkiliyên me divê em baldar bin. Divê em şert û mercên ku Mazlum Dogan têde Serxwebûna derxistî bifikirin û nirxê tiştên di destê xwe de bizanin. Divê em qada ragihandinê ya ku şehîdên me bi meşaleya ku vêxistine, rûnîkirine firehtir bikin.”

‘RAGİHANDİNA AZAD HÊZA XWE JI ŞEHÎDÊN XWE DIGRE’

Gok destnîşan kir ku Ragihandina Azad gihiştiye asta ku ji çapemeniya cîhanê re bibe çavkanî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ma qey hûn dibêjin vê hêzê ji ku digire. Ji rabirduya xwe ya 122 salan, bi taybet jî ji şehîdên ku di nava 40 salan de, li herçar parçeyên Kurdistanê di vê rêyê de canê xwe dane de, digire. Ji ber ku yên rê nîşan didin Ew in. Hêza xwe ji Yalçin Yaşa yê 14 salî ku di sala 1993'an de li Amedê belavkarî dikir digre. Hêza xwe ji Apê Mûsa yê 72 salî k udi 1992’an de li kolanên Amedê hatî qetilkirin digre. Ji Gurbetelî Ersoz a bakurî ku li Başûr şehîd bûyî, ji Nûjiyan Erhan a bakurî ku li Şengalê şehîd bûyî û ji Agirî Banê yê rojhilatî, ji Ayfer Serçe ya bakurî ya li Rojhilat şehîd bûyî, ji Rizgar Denîz ê li Rojava şehîd bûyî, ji Mustefa Mihemed, ji Dilîşan, ji Denîz Firat a li Mexmûrê şehîd bûyî, ji Wedat Hisên Elî yê ku li Başûr şehîd bûyî û ji dehan şehîdan digire. Ez di wê baweriyê de me ku heta em bîranînên wan hîs bikin, em ê bibin kesek ji endamên Ragihandina Azad. Bes em jiyîna bi bîranîan re terk nekin.”

‘EM XWEDÎ DERFETÊN MEZINTIR IN’

Gok diyar kir ku li gorî berê me niha zêdetir xwedî derfetên pêşketî ne û wiha domand: “Di rastiyê de me li gorî berê niha xwediyê derfetên zêdetir in. Bifikirin, ji beriya 122 salan rojnameya Kurdistan li Qahîrê derdiket û bi kedên pir mezin, piştî çend rojan li Stembolê ji wir jî digihişt xwînerên li Edene, Mardîn, Amed, Başûr û Rojava  İstanbul'a oradan Adana, Mardin, Diyarbakır, Başur ve li Rojava. Yan jî ji beriya 30 salan, rojnameyên ku li Stembolê dihatin çapkirin, ji ber ku ketina wan a Kurdistanê qedexe bû, bi veşartî digihişt bajarên Kurdistanê û li wir jî bi awayek veşartî dihat belavkirin. Wê demê jî sînoran nedikarîn gihişta rojnameya ya ji bo gel asteng bikin. Em îro di vê mijarê de pir bi şanstir in. Em xwediyê wî şansî ne ku, weşangeriyek bi bandor a li ser înternetê jî, ne tenê 4 parçê Kurdistanê, dikare bigihe kurdek li quncê herî tenha yê cîhanê.

Tenê bila weşangeriyek berjewendiyê gelê Kurdistanê û hemû gelên li vir dijîn were esasgirtin. Divê ji mantiqê “biçûk be bila yê min be” xwe xilas bikin û ji xalek li gorî berjewendiyên netewî nêzîkatî çêbibe. Ez wê baweriyê de me, eger em dest ji hînbûnên xwe bernedin jî dê gel me bikişîne vir.

‘DEMA MEHMUT BERZENCÎ, JI BO RAGIHANDINA KURD ZIVRÎNEKE GIRING BÛ’

Rojnameger Renwar Necm ê ku li başûrê Kurdistanê ye, xebatên Ragihandina Azad a li başûrê Kurdistanê nirxand.

Necm diyar kir ku xwîner û temaşevanên saziyên Ragihandina Azad gihiştine girseyên mezin tir û wiha axivî: “Li gel ku gelê Kurd xwedî derfetên kêm e jî, saziyên Ragihandina Azad xebatên xwe didomînin.”

Necm destnîşan kir ku li başûrê Kurdistanê dema herî giring a xebatên Ragihandina Azad salên 1920’an bû û wiha pê de çû: “Li gorî min salên 1920’an di dema têkoşîna Şêx Mehmut Berzencî de, bi taybet  li başûrê Kurdistanê ji bo dîroka ragihandina Kurd demek pir giring bû. Têkoşîna siyasî ya di wê demê de pêş ketî, bi bandora Şêx Mehmut Berzencî, di ragihandinê de pêşketin çêbûn. Mînak, di sala 1923’an de dema ku Îngilîzan bi rêya hewayî êrişî tevgerê dikir, tevgerê xwe da çiyê û çapxaneya xwe jî bi xwe re birin çiyê. Çapxane di şikeftekî de hat bicihkirin û li wir weşana Bangî Heq dest bi weşanê kir. Eger wê demê Şêx Mehmut Berzencî ji bo têkoşîna azadiyê evqas giringî nedaba ragihandinê, di şert û mercên zehmet ên şer de pêwîstî bi weşanê nedidît.”

‘ÇAPEMENIYEK DI BIN BANDORA PARTIYAN DE PÊŞ DIKEVE’

Necm wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ragihandina Azad jî, ji zextên li ser Kurdan para xwe girt. Bi taybet jî zext û astengiyên li ser zimanê Kurdî bi rêya Ragihandina Azad şikest.”

Necm bi bîr xist ku dewletên desthilatdar ji bo propogandaya xwe bikin zimanên xwe li ser Kurdan ferz kirine û wiha got: “Hebûna federal a li başûrê Kurdistanê jî ji bo ragihandina Kurdî derfetên giring derxist holê. Kurdan di hawirdorek hinek azadtir de dest bi xebatên ragihandinê kirin. Di sala 1991’ê li başûrê Kurdistanê xebatên ragihandinê ketin pêvajoyek nû. Di şert û mercên rihettir de nav hat dayîna pirsgirêk û doza Kurd. Mînak di aliyê çandî, ziman û ronakbûyînê de hîn zêdetir xebatên ragihandinê hatin pêşxistin. Lê mixabin piştre li Başûr çapemeniya Kurdî ji xwe re rêyek hizbî çêkir û ev yek heta îro berdewame. Îro hema bêje di navbera saziyên çapemeniyê û partiyan de tu mesafe nemaye û bi yekcarî di çarçoveya siyaseta partiyan de xebatên çapemeniyê tên meşandin. Mînak, ev yek di şerê birakujiyê de bû sedem ku çapemenî bi roleke gelekî xirab rabe."

‘LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÇAPEMENÎ NEBÛ HÊZA ÇAREM’

Rojnameger Renwar Necm îşaret pê kir ku li başûrê Kurdistanê çapemeniya yekser di bin bandora partiyan de, bûye bela serê Kurdan û wiha got: “Ev yek rewşeke neyînî derdixe holê. Ji ber ku çapemenî nikare bûyeran bi awayekî azad binirxîne. Li gorî nirxandinên giştî, li Başûr çapemeniyê nekariye bibe hêza çaremîn. Rojnamevaniya di çarçoveya partiyan de astengiya sereke ya li pêş vê yekê ye. Dîsa vê yekê nehiştiye ku di her warî de çapemenî bibe hêza çaremîn û kontrolker. Ji ber vê yekê jî îro hewcedarî bi medyayekê heye ku xwe dûrî her cure tevgerên siyasî bigire. Hewcedarî bi medyayeke din a wêrek heye ku civaka Kurd di aliyên siyasî, olî yan jî mezhebî de her cure rastiyê jê hîn bibe."

(bm)

ANHA