ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-04-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-04-2020
24 nîsan, 2020   04:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyê ji pêkhateya Ermen Garbît Manok qirkirina Sêfo ya li dijî Ermen, Asûr, Keldan û Suryan şermezar kirin û destnîşan kir ku Tirkiyê mîrasgirê imperatoriya osmanî hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di demekê de ku Ermen, Asur û Kildan salvgera 105‘an a qirkirina ku dewleta Tirk a li dijî wan bi bîr tînin sûcên li dijî van gelan bi alîkariya Ewropayê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar Welîd Dengelî bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî planên Tirkiyê ya dagirker rabin serhildanan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Helbestvanê Kurd Ferhad Merdê nerazîbûna xwe li ser rewşa Zîne Wertê nîşan da û got: “Ev komployên ku li ser Kurdan çêdibin hedefa wan ne tenê partiyeke. Dijmin dixwaze di kesayeta partiyekê de hemû partiyan belavbike û tune bike. Divê em bizanibin ku em bi hev hene".(BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Ragihandina jin, li Kurdistanê wêneyê jinê di ragihandinê de guhert. Di mijarên taybet ên jinê de zimanek nû saz kir.  Bi taybet ên girêdayî rastiya wê û rola wê di civakê de. Êdî jin rewşa siyasî bi pênûsa xwe analîz dike û di eniyên şer de cih digire. Ev jî rola wê di pêşkêşkirina fedekariyan de ji bo belavkirina rastiyên girêdayî gel û jinê derxist pêş. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endama Koordînasyona Kongreya Star Roşîn Hacim  got, di rewşeke ewqas hesas de ku cîhan tê re derbas dibe, Tirkiyê daxwazên hevdîtina bi Rêber Ocalan û girtiyên siyasî re red dike. Roşîn bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî dike ku destwerdanê bikin da ku agahiyan der barê rewşa girtiyan  de bê girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Roja Renwar Necm got: " li Başûrê Kurdistanê çapemeniya yekser di bin bandora partiyan de, bûye bela serê Kurdan, ev yek rewşeke neyînî derdixe holê. Ji ber ku çapemenî nikare bûyeran bi awayekî azad binirxîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Mûdîrê Rêveberiya Şêwira Manewî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb got, derdora 6 hezar çeteyên Sûrî li Lîbyayê şer dikin, zêdeyî 215 çete hatin kuştin û zêdeyî 350 jî birîndar bûne. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Mîna herêmên din Bakur û Rojhilatê Sûriyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gelek tedbîr li dijî Koronavîrusê hatin girtin û ji bo alîkardayîna malbatên hewcedar însyatîf hatin ragihandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA