Helbestvanê Kurd: "Em bi hev hene"

Helbestvanê Kurd Ferhad Merdê nerazîbûna xwe li ser rewşa Zîne Wertê nîşan da û got: “Ev komployên ku li ser Kurdan çêdibin hedefa wan ne tenê partiyeke. Dijmin dixwaze di kesayeta partiyekê de hemû partiyan belavbike û tune bike. Divê em bizanibin ku em bi hev hene".

Helbestvanê Kurd: "Em bi hev hene"
24 nîsan, 2020   04:35
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÎ – BOTAN HISÊN

Piştî ku “Partiya Demokrat a Kurdistanê” PDK`ê hêzeke mezin şand herêma Zîne Wertê ya girêdayî Parêzgeha Hewlêrê ya başûrê Kurdistanê, roj bi roj alozî kurtir dibe.

Her wiha piştî bicihkirina hêzên PDK`ê, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer herêma Zîne Wertê bombebaran kir di encamê de sê jinên sivîl û 3 gêrîlayên HPG`ê şehîd bûn.

Têkildarî aloziya li Zîne Wertê hunermendên Kurdistanê peyamek weşandin. Di peyamê de hat gotin: "Dewletên dagirker Tirkiye û Îran dixwazin hêzên Kurd li ber hev rabin û şerê birakujiyê bidin destpêkirin". Her wiha hunermedan banga yekitiya neteweyî kirin.

Helbestvanê Kurd Ferhadê Merdê jî têkildarî rewşa Zîne Wertê ANHA`ê re axivî.

Ferhadê Merdê bûyerên ku li Zîne Wertê diqewimin bi kiryarên dijmin bi nav kir û got: "Dixwazin ku Kurd dijberî hev bisekinin û rewşeke hestyar biafirînin. Kurd gihaştine astekê ku gelek destkeftî bi destxistine, hewldanên dijmin hene ku van destkeftiyan belavbikin"

Ferhad wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku Kurd daxwaziya yekrêziyê dikin çi dibe. Dewleta Tirk ji roja roj de dibêje ger Kurd li kur bicivin, ne li Kurdistanê tenê be jî li kîjan welatê cîhanê jî be divê ji hev veqetin. Bi taybetî di rewşa ku bangewaziya yekîtiya kurdan heye ew dixwaze Kurdan ji hev dûr bixe"

‘EM BI HEV HENE’

Ferhad  got: "Ev komployên ku li ser Kurdan çêdibin hedefa wan ne tenê partiyeke, dijmin dixwaze di kesayeta partiyekê de hemû partiyan belavbike û tune bike. Divê em bizanibin ku em bi hev hene".

Di dawiyê de Helbestvan Ferhadê Merdê bang li tevgera kurdî kir û got: "Ji dîrokê sûd bigirin, bila careke din dîrok xwe dûbare neke".

Her wiha banga hişyariyê kir û got: "Ji ber rewş hestyar e çênabe Kurd pişta xwe li hev biguhêzin. Em birayê hevin. Li ku be, çi bibe bila bibe, çi zehmetî hebe û çi nakokî hebin dîsa em ê nakokiyan deynin aliyekî, divê em kêfa dijminan li xwe neynin".

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NGfO-G47Oz0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>