​​​​​​​Buroya Karûbarên Olan û Baweriyan  peyama meha Remezanê da

Buroya Karûbarên Olan û Baweriyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Srûiyê meha Remezanê li tevahiya muslimanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku di vê meha pîroz de ev pandemî bidawî bibe.

​​​​​​​Buroya Karûbarên Olan û Baweriyan  peyama meha Remezanê da
23 nîsan, 2020   20:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Karûbarên Olan û Baweriyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê boneyê peyamek da û got:

`Bi boneya rasthatina meha Remezanê ya pîroz a ku sibe Înê 24‘ê Nîsanê 2020`an destpê dike, em Buroya Karûbarên Olan û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahiya gelê musliman ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê pîroz dikin. Xwedê carak din li tevahiya bi xêr û bereketê vegerîne. Em vê meha pîroz li gel şertûmercên dijwar ji ber belavbûna pandemiya Koronavîrusê li cîhanê pêşwazî dikin. Em ji xwedê tale hêvî dikin ku vê xemê ser ebdê bi berekata vê mehê rake.

Her sal û hemû di nav xêr, tenduristî û silamtiyê de bin`

(şx)

ANHA