Li Misirê 232 kesên din bi Koronavîrusê ketine û 11 jî mirine

Wezareta Tenduristiyê ya Misirê ragihand ku hejmara giştî ya kesên bi Koronavîrusê ketine bû 3 hezar û 891. Hezar û 4 nexweş baş bûne û ji nexweşxaneyan derketine û 287 kes jî mirine.

Li Misirê 232 kesên din bi Koronavîrusê ketine û 11 jî mirine
23 nîsan, 2020   20:01
QAHÎRA

Li gorî Berdevkê Fermî Yê Wezareta Tenduristiyê ya Misirê Dr. Xalid Mucahid diyar kir ku hejmara kesên ku bi Koronavîrusê ketine zêde bûn û gihaşt hezar û 334 nexweşan, di nav de hezar û 4 nexweş baş bûne.

Mucahid diyar kir ku 232 kesên nû nexweş bûne hemû jî misirî ne û 11 nexweş jî mirine.

Mucahid bibîr xist ku heta îro hejmara kesên ku bi Koronavîrusê ketine bû 3 hezar û 891 kes di nav de hezar û 4 nexweş baş bûne û ji nexweşxaneyan derketine û  287 nexweş jî mirine.

 (şx)