41 rêxistinan banga serbestberdana 90 girtiyên Sûrî yên li Tirkiyê kirin

41 rêxistinên hiqûqî, mirovî û sivîl ên Sûriyê bang li NY‘yê kirin ku girtiyên Sûrî yên di girtîgehên Tirkiyê serbest berdin.

41 rêxistinan banga serbestberdana 90 girtiyên Sûrî yên li Tirkiyê kirin
23 nîsan, 2020   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

 

41 rêxisitinên hiqûqî, mirovî û sivîl ên Sûriyê nameyeke hevpar ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Komîsera Bilind ê Mafên Mirovan Michel Bachelet re şandin, banga rawestandina cezayên giran ên li dijî zêdeyî 90 girtiyên ji welatiyên Sûriyê yên di girtîgehên Sûriyê de kirin.

Di nameyê de hate gotin: " Rêxistinên Sûriyê yên ku ev peyam îmze kirine fikarên xwe derbarê çarenûsa zêdeyî 90 girtiyên Sûrî yên di mehên dawî yên 2019‘an ji bo dadgehên Tirkiyê hatine veguhestin tînin ziman. Girtî demê berê bi awayekî ne fermî di girtîgehên di bin rêveberiya "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê/ Muxalefet" ya girêdayî îtîlafa Sûriyê de mane.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin û piştrastkirin, girtina wan kesan di dawiya mehên Cotmeh û Mijdara 2019‘an de li gundewarên Girê Spî û Serêkaniyê çêbûne, anku di çarçoveya operasyona "Kaniya Aştiyê" de ya ku di 9‘ê Cotmeha 2019‘an de destpê kir ku bi dagirkirina Tirkiyê beşên ji xaka herêmê encam da. Tê zanîn ku kesên hatine girtin welatiyên Sûriyê ji Kurd û Ereb in. Li gorî agahiyên piştrastî li dijî wan girtiyan nêzîkatiyên nebaş hatin kirin û ji bo Tirkiyê hatin ve veguhestin.

Li gorî agahiyên piştrastkirî girtî veguherandin girtîgeha Hilvan a li eyalata Orfa ya Tirkiyê, piştre ji bo dadgeha cezayan a Agirî hatin veguhestin."

Di nameyê de hate gotin ku ew kesanan bi tewanên cûda hatine girtin û wiha hate domandin: "

Dijderketina yekitiya dewleta Tirk

Hewldana parçekirina welat (Tirkiyê)

Beşdarî rêxistinên çekdar ên terorîst bûne (Meqsed (QSD, YPG û hwd..)

Kuştina bi zanebûn.

Ji ber belavbûna Koronavîrusê li Tirkiyê, derketina girtiyan li pêşberî dadgehê hate paşxistin, diviyabû ku di destpêka meha Nîsana 2020‘an derketibana pêşberî dadgehê.

Derxistina welatiyên Sûriyê ji bo Tirkiyê da ku li wir li gorî qanûnên dewleta Tirk werin cezakirin bêyî ku sûc li ser xaka xwe kiribin li dijî qanûn û pîvanên navdewletî ye.

Em bêjin heger sûc kiribin jî dadgehên Sûriyê xwedî biryar e ne Tirkiyê. Dewleta Tirk dewleteke dagirker e

Tevî ku rewşek dagirker heta niha nehatiye, lê divê li hemberî wê li gorî bendên lihevkirinên Cinêv 4 û protokolên wê yên sala 1949‘an kar were kirin. Li gorî madeya 49 an lihevkirina Cinvê 4 qedexeya dewleta dagirker şêniyan bi awayekî komî yan ferdî sergûnî dewleta dagirker an dewletek din bike."

41 rêxistin û saziyên mirovî di nameya xwe de ev bang kirin: "

Zext li hikûmeta Tirk were kirin da ku cezayên giran ên li dijî girtiyên ku ji Sûriyê birine bisekinîne.

Destur ji komîte û rêxistinên navdewletî yên serbixwe bê dayîn da ku xwe bighînin girtiyan.

Destur ji malbat û xizmên girtiyan re bê dayîn ji bo peywendniyan bi girtiyan re çêbikin.

Divê girtî werin berdan û li xaka dewleta Sûriyê bên vegerandin."

Rêxistinên ku peyam îmze kirine ev in:

Komîteya Kurd a Mafên Mirovan – Çavdêrî

Navenda Sûriyê ya Ragihandin û Azadiya Ray

Desteya Qanûnî ya Kurdî

Komeleya Avrîn a Jina Kurd

Komeleya Hilm

Komeleya Cûdî ya Geşkirin û Alîkariyê

Komeleya Xunav a Geşkirin û Alîkariyê

Komeleya Şawişka ya Jinê

Komeleya Girkê Legê ya Xêrxwaziyê

Komeleya Dan a Geşkirin û Alîkariyê

Tora Jinê ya Demokratîk

Tora Jinên Fermandar a Aştiyê

Însyatîfa Parastina Mafan

Navenda Aştî û Azadiyê ya Civaka Sivîl û Mafên Mirovan

Navenda Aştî û Civaka Sivîl

Navenda Hemwelatîbûnê ya Wekheviyê

Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê

Navenda Şêr a Geşkirinê

Navenda Edil a Mafên Mirovan

Navenda Lêkolînên Qanûnî

Navenda Omîd a Geşkirin û Vejandina Civaka Sivîl

Rêxistina Sûrî ya ji bo Rastî û Edaletê

Navenda Hesekê ya Geşkirin û Alîkariyê

Navenda Pêşerojê ya Geşkirinê

Rêxistina Emel Baxoz a Geşkirinê

Rêxistina Besmet Emel

Rêxistina Bêl- Emwac Medeniya

Rêxistina Piştgiriya Şoreşa Navdewletî

Rêxistina Tolîb a Piştgiriya Jin û Zarokan

Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê

Rêxistina Mafên Mirovan a Efîrnê- Sûriyê

Rêxistina Rûiya

Rêxistina Sara Ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li  Ser jinan

Rêxistina Stêr a Geşkirinê

Rêxistina Senabil Firat a Mirovî

Rêxistina Teyf

Rêxistina Eta ya Geşkirinê

Rêxistina Nabd

Saziya Biratî ya Mafên Mirovan

Saziya Êzidiyan a Ragihandin û Maf.

Rêxistinan di dawiya peyamên de navê 70 girtiyan û agaiyên derbarê wan de belge kir.

ANHA