Li Başûrê Kurdistanê qedexeya derketina derve hate dirêjkirin

Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Başûrê Kurdistanê qedexeya derketina derve heta 1’ê Gulanê dirêj kir.

Li Başûrê Kurdistanê qedexeya derketina derve hate dirêjkirin
23 nîsan, 2020   16:03
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Başûrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku qedexeya hatin û çûyinê ya li ser giştî bajarên Herêma Kurdistanê heta 1’ê Gulanê hate dirjêkirin.

Li gorî daxuyaniyê qedexeya hatin û çûyinê ji saet 6’ê êvarî heta 00:00 qedexeye, her wiha ji saet 00:00 hata 4’ê sibehê ji bo çandiniyê û ji bo dabînkirina pêwîstiyan. Her wiha kirîn û firotina bazirganiyê jî li gorî wan tedbîrên ku berê li ser biryar hatin dayin wê bidome.

Hate ragihandin ku ji bo derketina derve jî karasanî ji bo bajaran hatiye kirin, lê deriyên sinorî û balafirên navnetewî ya Hewlêr û Silêmaniyê ji bo geştyaran wê girtî bimîne.

Ew biryarên ku Wezareta Hundirîn di demekê de daye, li bajarê sinorê Silêmaniyê ev çend rojin ji bilî karmend û navendên xwendinê jiyan aram bûye, piraniya dikan û bazaran jî vekirî ne.