​​​​​​​Sibe diyaloga sêalî ya bi forma Astanayê pêk tê

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku dê diyalogên sêalî yên Rûsya, Îran û Tirkiyê bi şiklê Astanayê der barê Sûriyê de sibê li dar bikevin.

​​​​​​​Sibe diyaloga sêalî ya bi forma Astanayê pêk tê
21 nîsan, 2020   07:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova wiha got: "Piştrast dikin ku dê di 22’yê Nîsanê de ji dûr ve diyalogên sêalî der barê Sûriyê li ser asta wezaretan li dar bikeve."

Tê payîn ku wezîrên derve yên dewletên garantor (Rûsya, Îran û Tirkiye) beşdarî vê diyalogê bibin.

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di diyaloga bi serokê hikumeta Sûriyê Beşar El-Esed re bi bîr xist ku dê diyalogên der barê herêma Idlibê û xebata komîteya destûrê ya Sûriyê de, di demeke nêz de pêk bên.

Gera diyalogên Astanayê di Kanûna borî de li dar ket, her wiha diviyabû gereke nû di Adara îsal de li Îranê li dar biketa lê belê bi sedema berbelavbûna Koronavîrusê li dar neket.

(fr)