Mijarên rojnameyên erebî - 21 Nîsan

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî hewldanên Amerîkayê li dijî hikûmeta Sûriyê, her wiha piştgiya Ereban a ji Lîbyayê re li dijî destwerdana Tirkiyê nivîsîn, her wiha geşedanên li Yemen û Iraqê jî di rojevê de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî - 21 Nîsan
21 nîsan, 2020   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN    

ŞERQ EL-EWSAT: AMERÎKA HEWL DIDE ŞAMÊ BI TENÊ BIHÊLE Û JI BO ASAD AŞTÎ ÇÊNEBE

Der barê hewldanên Sûriyê û Rûsyayê yên rakirina ambargoya li ser Şamê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Washington hemleyeke dijber dike da ku hikûmetên Sûriyê û Rûsyayê, bi hinceta Koronavîrusê ambargoya li li ser Şamê venekin. Li aliyekî din Rûsya hewl dide mijara cezayan têxe rojevê, hin dengên Ewropî jî bilind dibin û dixwazin Şamê û Ewropayê nêzî hev bikin.

Amerîka dibêje ku rejîm bi alîkariya Rûsyayê dixwaze Koronavîrusê bi kar bîne da ku cezayan kêm bike, dibêjin ku cezayên Amerîkayê zirarê didin hewldanên pêşîlêgirtina Koronavîrusê.

Her wiha Washington dibêje ku cezayên Amerîkayê li dijî Sûriyê, gihîştina dermanan û pêdiviyên xwarinê asteng nake, berovajî wê, Washington bi xwe alîkarî dike da ku ev tişt bigihêjin Sûriyê û bigihêjin herêmên rejîmê. Di 9`ê Nîsanê de Wezareta Gencîneyê bi daxuyaniyekê dabû zanîn ku ew ê rê bidin da ku alîkarî bigihêjin, bi taybet tiştên girêdayî pêşîlêgirtina vîrusa koronayê ya nû, her wiha 26’ê meha derbasbûyî ragihand ku wan ji bo ku Sûriye karibe pêşî li koronayê bigire, 16.8 milyon dolar veqetandiye.”

EL-EREB: EREB LI DIJÎ DESTWERDANA TIRKIYÊ PIŞTGIRIYA LÎBYAYÊ DIKIN

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Enqere birêkirina milîs û komên tundrw bO Lîbyayê dewam dike, ev yek biryara navdewletî ya qedexeya birêkirina çekan bo Lîbyayê ku sala 2011`an derketiye, bê wate dike. Di vê navberê de hikûmeta Wîfaq jî sûd ji pêvajoyên agirbestê girt û milîsên xwe komî ser hev kirin û hefteya derbasbûyî bi alîkariya çekên Tirkiyê yên pêşketî êrişî Sibrata û Sirman kir.

Parlemana Erebî di civîneke bi rêya tora înternetê de xwest ku Neteweyên Yekbûyî zû tev bigere û veguhastina çekdarên biyanî bo Lîbyayê rawestîne û ji bo çavdêriya cezayên li dijî aliyan mekanîzmayên pêwîst çalak bike.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) gelek windahî di nava çekdarên Sûriyê yên li Lîbyayê de çêbûne, SOHR’ê diyar kir ku di pevçûnên bi artêşa Xelîfa Hefter re li gelek deverên Lîbyayê  9 çeteyên Tirkiyê hatine kuştin.”

EL-BEYAN: HÊZÊN HEVBEŞ LI PARÊZGEHA IB HERÊMÊN BERFIREH RIZGAR KIRIN

Rojnameyê der barê geşedanên li Yemenê de wiha nivîsî: "Hêzên hevbeş, li parêzgeha Eldalî ya Yemenê, herêmên berfireh rizgar kirin, piştî ku êrîşeke berfireh bir ser baregehên milîsên Hûsiyan li herêma Elûd a rojhilatê parêzgeha Ib.

Çavkaniyên leşkerî li Eldalî diyar kir ku hêzên hevbeş, bi alîkariya hêzên berxwedanê, li herêmên Qetiyê û Elûd û Demit û Elfaxir, herêmên fireh ên herêma Elûd ku li ser sînorên di navbera parêzgehên Eldalî û Ib de ye, rizgar kirin.

Li gorî çavkaniyan hêzên hevbeş bajarokên Qerha û Xeraza bi tevahî xistin bin kontrola xwe, her wiha gelek herêmên stratejîk li bakurê navçeya Qetiyê ji destê milîsan derxistin, piştî ku li bajarokên Hecar û Şilêl şerên dijwar qewimîn û çekên giran û navîn hatin bikaranîn.

EL-EREB: KAZIMÎ HÎNA NAVÊN ENDAMÊN HIKÛMETA XWE DIYAR NEKIRINE PIŞTÎ KU KOMÊN PARLEMANÊ XWE JI PIŞTÊ DA ALÎ

Der barê rewşa siyasî ya Iraqê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Hate gotin ku serokwezîrê peywirdar ê Iraqê Mistefa Kazimî avakirina kabîneya nû ya hikûmetê temam kiriye, hin çavkaniyên nêzî wî dibêjin ku dibe ew roja sêşemê bixwaze ku parleman ji bo dengdanê bicive. Lê hin çavkanî jî dibêjin ku wî ta niha navên endamên hikûmetê diyar nekirine.

Hevdîtinên Kazimî yên bi hêzên siyasî re veşartî pêk tên, lewma gelek nêrînên diberî hev derdikevin. Çavkaniyên nêzî şepêla El-Sadr dibêjin lîderê şepêlê Muqteda El-Sadr dibe ku mercên li ser Kazimî sivik bike û rê bide ku partî jî wezîran hilbijêrin.

Çavkaniyên nêzî hevdîtinan dibêjin ku Kazimî ta niha navê yek wezîrê diyar nekiriye, her wiha bibêjin ku dibe helwesta sunniyan ku piştgiriya Kazimî dikin, dibe hatibe guhertin.

Her wiha diyar e ku piştgiriya Kurdan a ji bo Kazimî ne girêdayî helwestên aliyên din e, serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo Kazimî diyar kir.

Belx Ebû Kelel ku yek ji lîderên şepêla El-Hîkma ya serokatiya Emar El-Hekîm e, hişyarî da ku eger Kazimî nekare kabîneya hikûmetê bide qebûlkirin, ev tê wateya ku hikûmeta Ebdilmedî ya îstifakirî dê bimîne.