‘Dewleta Tirk û çeteyên wê amadekariya êrişeke berfireh dikin’

Ji fermandarên QSD‘ê yên li navçeya  Eyn Îsayê, Erdal Kobanî got: " Zêdekirina hêjmara çete û çekên giran li gundên dagirkirî û êrişên şaneyên veşartî yên DAIŞ girêdayî amadekariya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî ya wê ji bo êrişeke berfireh li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

‘Dewleta Tirk û çeteyên wê amadekariya êrişeke berfireh dikin’
21 nîsan, 2020   05:42
EYN ÎSA - CÎHAN BÎLGÎN – MEHEMED EL-EHMED

Cîhan bi giştî li dijî pandemiya Koronavîruse ketiye tevgerê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê jî ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevgerê de ne. Yek ji gotina pêşiyan ya gelê Kurd “Av radizê, dijmin ranazê” rewşa niha ya êrişan eşkere dike.

Bi bangên agirbesta mirovî ya QSD’ê re êrişên li ser bajar û gundewarên Eyn Îsa, gundewarên Girê Spî zêdetir bûne. Her wiha beriya çend rojan balafirên şer yên dewleta Tirk li ser reya M4, Eyn Îsa û gundewarên wê û navçeya Çelebiyê digeriyan. Li gundewarên Girê Spî jî rojane balafirên keşfê digerin. Leşkerên artêşa Tirk a dagireker dîwarê ku di navbera gundên Evdiko, Silîp Qeran û Carqilî yên rojavayê Girê Spî rakir, hejmara çete û çekên giran zêde kirine.

Fermandarê QSD‘ê yê bajarê Eyn Îsayê Erdal Kobanî diyar kir ku tevgera dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di çarçoveya amadekariya ji bo şerekî berfirehe.

‘REWŞA AWARTE BIKAR TÎNIN’

Kobanî got: “Rûxmî ku ji ber pandemiya Koronavîrusê rewşa awarte li her cihî hatiye ragihandin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe ranawestînin. Ji bo dagirkirina gund û bajarên nû êrişî herêmên me dikin. Bi zanebûn sivîl û malên wan tên hedefgirtin. Dagirker vê rewşa hasas wekî derfet dibinin. Gelê me li milekî ji bo pêşigirtina derketina pandemiya Koronavîrusê û li milê din jî li dijî êrişan li ber xwe dide. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  di rewşeke giran re derbas dibin, hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo Koronavîrusê derbasî herêma me bike, hene. Li gorî agahiyên me girtine kesên ku bi Koronavîrusê ketine, derbasî Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê kirine ku ji wan warên dagirkirî derbasî herêmên aram bikin. Ev kesên ku bi vîrusê ketine bi dizî dişînin anku hewldanên derbasbûna bajar û gundewarên Eyn Îsa hene. Lê rastî bersivdayîna me ya parastina rewa tên.”

‘DAIŞ XWE BI RÊXISTIN DIKE Û AMEDEKARIYA ŞER DIKE’

Erdal anî ziman ku ji bo pêşîgirtina derketina Koronavirûsê liv û tevgera gel hatiye sekinandin, lê  şaneyên veşartî yên DAIŞ jî vê rewşê ji bo xwe bi kar tînin û got: “Êrişên wan li bajarê Eyn Îsa derdikevin holê ku beriya çend rojan bi bombeyan êrişî malên sivîlan kir. Bi van şêwazên qirêj dixwazin gel ji malên xwe derbikevin û tedbîrên ku ji bo vîrûsê hatine girtin binpê bikin. Her wiha zarokên 15 salî di êrişên xwekujî de bi kar tînin. Eşkere ye ku DAIŞ dîsa xwe birêxistin dike û amedekariyê şer dikin. Ji bo lawazkirina QSD’ê û binxistina bingeha wê tevgera şaneyên veşartî zêde bûne.”

‘DAGIRKER HER ÇIQAS VÊ REWŞÊ BI KAR BÎNIN JÎ, EM JI BO PARASTINÊ AMADE NE’

Erdal bi bîr xist ku li dijî pandemiya Koronavîrusê di çarçoveya banga agirbesta mirovî ya QSD ê de tev digerin ku bi bangê re hemû liv û tevgera wan jî niha sekiniye. Erdal got: “Lê dewleta Tirk a dagirker vê rewşê bi kar tîne û bi êrişan re dixwazin pêş de werin. Her çiqas ew vê rewşê bi kar binîn û amadekariya êrişan bikin em jî wekî QSD’ê ji bo parastina ax û gelê xwe amade ne.”

ANHA