Rêveberiya Xweser û hevgirtina gel herêmê li hember Koronavîrusê diparêz e

Ruxmî derfetên kêm û paşguhkirina Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî (WHO) ya 5 milyon kesên li Sûriyê û girtekên neberpirs ên hikumeta Sûriyê, Rêveberiya Xweser bi hevkariya gel heta niha karî rê li pêşiya derketina Koronavîrusê bigire.

Rêveberiya Xweser û hevgirtina gel herêmê li hember Koronavîrusê diparêz e
21 nîsan, 2020   06:05
QAMIŞLO-EKREM BEREKAT

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî belavbûna Koronavîrusê li cîhanê gelek tedbîrên hişyariyê girtin. Bi taybet piştî belgekirina nexweşan li Rojhilata Navîn. Ew tedbîr heta niha nehiştin ku Koronavîrus li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkeve.

Rêveberiyê destpêkê di 27`ê Sibatê de deriyê sînorê Sêmalka yê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û başûrê Kurdistanê de girt. Piştî ragihandina Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê belgekirina nexweşek li Şamê, rêveberiyê deriyên xwe bi herêmên di bin kontrola hikumeta Sûriyê de jî girtin.

Heveserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Srûiyê Ciwan Mistefa li ser girtekên Rêveberiya Xweser wiha got: “Piştî belgekirina nexweşek bi Koronavîrusê li başûrê Kurdistanê, rêveberiyê deriyê Sêmalka girt. Ev gav jî bû destpêka girtina tevahiya tedbîrên hişyariyê. Rêveberiyê bi lez gav avêtin. Piştî ragihandina Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê belgekirina yekemîn nexweşên Koronavîrusê, metirsiyên derketina vîrusê li herêmê zêde bûn. Ji ber wê biryar hate dayîn ku tevahiya deriyên di navbera herêmê û herêmên hikumeta Sûriyê de werin girtin. Her kesê derbasî herêmê dibe divê di testên pêwîst re derbas bibe. Her wiha di deriyên sînor û bendên dine tîmên tenduristiyê hatin bicihkirin.”

Tevahiya navendên tenduristiyên û yên lêkolînkirinê hewl didin dermanekê li dijî Koronavîrusê bisekinin. Lê heta niha tu derman nehatiye vedîtin. WHO dibîne ku baştirîn rêbaza xweparastinê ji vîrusê, ew e ku tedbîr ji herêmên ku nexweş tê de çêbûne di nav karantînayan de bimînin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 15`ê Adarê de Şaneya Aloziyê ji hevserokatiya Rêveberiya Xweser, desteyên tenduristiyê, şaredariyan û parastina hawîrdorê û Hêzên ewlekariya Hundirîn ava kir. Şane tevahiya tedbîrên pêwîst li gorî derfetên heyî digire da ku rê li pêşiya derketina Koronavîrusê li herêmê were girtin.

Rêveberiya Xweser di 21`ê Adarê de rawestina veguhestinê di navbera bajarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ragihand û di 23`yê Adarê de jî qedexeya derketina derve li tevahiya bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand. Tenê saziyên mîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, karkerên paqijiyê, nexweşxane û tîmên tenduristiyê ji biryarê hatin îstisnakirin.

JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA DERKETINA KORONAVÎRUSÊ GAVÊN BILEZ

Şaneya Aloziyê yekser û bilez dest bi girtina tedbîran kir. Di 20`ê Adarê de wek gava destpêkê 9 cihên karantînayan ava kirin. Piştre navendên mezintir li piraniya bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûrî jîngehan ava kirin. Ciwan Mistefa girêdayî wê got: "Navend li gorî xwezaya her herêmekê û hejmara niştecihên wê hatin avakirin. Navend bi tevahiya madeyên lojstîk û tenduristî hatin amadekirin."

Ji girîngtirîn gavên Şaneya Aloziyê dezenfektekirina tevahiya navend, sazî, rê, bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di vî warî de Mistefa got: "Ruxmî ku Koronavîrusê li herêmên me derneketiye, lê tedbîrên cidî mîna ku vîrusê belav bûye hatin girtin. Tîmên tenduristiyê yên girêdayî tîmên rewşên awarte di dirêjahiya 24 saetan de amade ne. Da ku  rê li pêşiya derketina vîrusê li herêmê bigirin. Li her herêmekê navendên taybet ji bo ku bigihêjin şêniyan dema rewşek biguman hebe, diyar kirin.”

DESTKEFTIYEK TENDURISTÎ

Ji girîntirîn astengiyên ku rastî Şaneya Aloziyê û cîhanê hatiye, heta niha tu derman ji vîrusê re nehatiye vedîtin û nîşaneyên wê di demek zû de belî nakin. Lewra Desteya Tenduristiyê lêkolînên xwe zêde kirin û bi hevkarî û koordîneya Peymangeha PEAS a Siwêdî testa Kît vedîtin. Ev test di demek kin de 30 saniyê de nexweşiyê keşf dike. Ev test xelata cîhanî wergirt û rê li pêşiya derketina vîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digire. Her kesê derbasî herêmê dibe di vê testê re derbas dibe. Encamên vê testê bi rêjeya ji sedî 84 rast in.

Ciwan Mistefa wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Xebatkarên tenduristiyê tev li dewreyên taybet ji bo bikaranîna Kît bûn. Tevî wê jî tîmên taybet di deriyên têketin û derketinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bi cihkirin da ku kesên derbasî herêmên dibin di vê testê re derbas bikin. Ev test bi awayekî mezin bi me re alîkar bû û karên tîmên tenduristiyê hêsan kirin. Di vê dawiyê de du amûrên PCR ên diyarkirina cureya vîrusê peyda kirine. Ev amûr di nexweşxaneyan de têne bikaranîn. Ev amûr asta belavbûna vîrusê û asta başbûna nexweş diyar dike.”

HEVGIRTINA GEL BI RÊVEBERIYA XWESER RE

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rolek mezin di rêgirtina li pêşiya derketina Koronavîrusê li herêmê lîst. Ji ber ku tevahiya biryarên Rêveberiya Xweser û Şaneya Aloziyê anîn cih.

Mistefa di vî warî de ev tişt diyar kir: "Ji girîngtirîn sedemên ku nehiştin virus li herêmê derkeve, nêzîkatiya erênî ya gel û pêkanîna tevahiya biryarên di vî warî de hatine dayîne. Ji ber ku gel kete ferqê ku ev biryar ji bo wî û tenduristiya wî ne. Gelê herêmê jî asta girêdan û baweriya xwe bi rêveberiya xwe îsbat kir."

ZEHMETÎ

Ji zehmetiyên herî girîng ku rastî Şaneya Aloziyê li Bakur  û Rojhilatê Sûriyê hatine, kêmbûna xebatkarên tenduristiyê yên pisporê vîrusên vegirtinê ne. Zehmetiya duyemîn di rewşek belavbûna vîrûsê de tunebûna amûrên tenduristiyê ye. Ji ber ku herêm ji 9 salan ve di şer de ye û binesaziya tenduristiyê li Sûriyê bi giştî hema bêje hilweşî ye.

Têkildarî vê mijarê Ciwan Mistefa got: “Ger Koronavîrûs li herêmê belav bibe, derfetên tenduristî yên herêmê têrê nakin ku karibin li hember Koronavîrusê bisekin. Lewra me yekser girîngî da ku virus derbasî herêmê nebe. Heta niha me karî rê li pêşiya derketina vîrusê li herêmê bigirin. Girtekên neberpirs ên hikumeta Sûriyê bi taybet karmendên balafirgeha Qamişlo û xemsariya wan li ser jiyana 5 milyon kes li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeter in."

Ji dema ragihandina qedexeya derketina derve ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser hewl dide rêwîtiyên ji Şamê tên rawestîne, lê desthilatên Sûriyê wan rêwîtiyan heta niha ranewestandine.

Ciwan Mistefa bal kişand ser ku desthilatên Sûriyê tu girîngî nade û bi Şaneya Aloziyê re koordîne nake û wiha domand: "Ger koronavîrusê li herêmên me derket, wê bi rêya balafirgehê be. Ji ber ku desthilatên Sûriyê û karmendên balafirgehê di vî warî de xemsar in."

WHO SÛC LI HEMBERÎ 5 MILYON KESÊN LI SÛRIYÊ PÊK TÎNE

Tevî wan zehmetiyan, WHO bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevkariyê nake. Ruxmî bangawaziyên domdar ên rêveberiyê. Ciwan Mistefa îşaret pê kir ku WHO tu destek ji wan re pêşkêş nekiriye. Tevî ku pêwîste bi giyana berpirsyarî û mirovahiyê nêz hemûyan bibe.

Ciwan Mistefa nêzîkatiyên WHO ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dermirovî wesifandin û got: “Ew erkên xwe li hemberî 5 milyon kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk nîne. Ev pirsgirêkek rastîn e û divê WHO dev ji van nêzîkatiyên xwe berde.”

Ciwan Mistefa ragihandina WHO a mirina kesekî di nexweşxanya Watanî ya Qamişlo de ya di bin kontrola desthilatên Sûriyê de rexne kir û got: "Bi rêyên ne fermî em hatin agahdarkirin ku kesek ji ber Koronavîrusê li nexweşxanya Watanî piştî 14 rojan wefat kiriye. Ji ber ku WHO ev agahî veşartibû. Lê piştî zextan rêxistinê eşkere kir. Ev jî bi xwe sûcek mezin e ku rêxistinê li dijî gelê herêmê pêk tîne."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zNikEKLxSxA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>