​​​​​​​Jinwar çawa xwe ji Koronavîrusê diparêze?

Li gel belavbûna Koronavîrusê li cîhanê û mirina bi sedhezaran kesan, Jinwar pergalek taybet ji bo xwe diyar kiriye. Ev pergal hîna beriya pandemiyê jî hebû. Tevî wê jî niştecihên wê tevahiya tedbîrên pêwîst digirin.

​​​​​​​Jinwar çawa xwe ji Koronavîrusê diparêze?
​​​​​​​Jinwar çawa xwe ji Koronavîrusê diparêze?
​​​​​​​Jinwar çawa xwe ji Koronavîrusê diparêze?
​​​​​​​Jinwar çawa xwe ji Koronavîrusê diparêze?
​​​​​​​Jinwar çawa xwe ji Koronavîrusê diparêze?
21 nîsan, 2020   05:40
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Jiyan li Jinwar a ku ji hêla jinê ve tê birêvebirin, didome. Jinên gund tevahiya pêwîstiyên xwe bi xwe peyda dikin. Jin nan li firina gund diprêjin, sebze û fêkî ji baxçeyên gund ên ku xwe bi diçînin peyda dikin.

Bi derketina Koronavîrusê re, piştî mirina bi sedhezaran kes ji ber vê nexweşiyê û nexweşketina zêdetirî du milyon kes li cîhanê, jinan li Jinwar tevahiya tedbîrên xweparastinê ji vîrusê ruxmî hebûna pergalek taybet bi wan digirin. Jinwar li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê hatiye avakirin.

Têkildarî mijarê niştecihek gund Şîrîn Mihemed destnîşan kir ku li Jinwar pergalek taybet a tevgera ketin û derketinê heye. Çi ji bo niştecihên wê yan jî serdankerên gund. Ev pergal hîna beriya derketina Koronavrîusê heye.

Şîrîn destnîşan kir ku bi derketina vîrusê li dewletên cîran re û di çarçoveya tedbîrên hatine girtine de, nabe kesek bê mask û lepik ji mal derkeve. Divê serdankerên gund tevahiya tedbîran di ber çavan re derbas bikin.

XEBATÊN XWESER JI BO XWEPARASTINA JI VÎRUSÊ ÇARESERIYA GUNCAW E

Jinwar tevahiya pêdiviyên xwe bi awayekî xweser peyda dike, mîna nan, fêkî û sebze. Jin amûrên malan tevî cil û berg bi xwe çêdikin.

Li gund jî navendeke tenduristî heye. Ev navend ne tenê nexweşên gund pêşwazî dike lê belê nexweşên gundên derdorê pêşwazî dike.

Li gorî Hena Silêman endamê navenda, navenda piştî girtina tevahiya tedbîran nexweşan pêşwazî dike. Endamên navendê lepik û mask lixwe dikin û nexweş dezenfekte dikin.

Hena îşaret pê kir ku peydakirina pêdiviyan bi awayekî xweser û bi keda jinê hişt ku jin ji gund dernekevin.

HEMÛ XWE Û DORA XWE DIPARÊZIN

Tevî ku tevgera çûyîn û hatinê li gund tune ye, lê jin dîsa jî tedbîrên xweparastinê li dijî Koronavîrusê digirin. Beriya kar û piştî wê destên xwe dişon, dema ji mal derketin mask û lepik lixwe dikin.

Li gorî Hena Xelef û Şîrîn Mihemed tevî ku hawaya gund pak û xweş e û malên gund bi çend metreyan ji hev dûr in jî dîsa jin tercîh nakin ku li hev kom bibin. Di nav zeviyan de ji hev dûr kar dikin.

Xebatên avakirina Jinwar di 10 Adara 2017`an de destpê kirin. gund di 25`ê Mijdarê de Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ji heman salê hate vekirin.

Gund ji 30 malên ku ji herî û kayê hatine çêkirin, pêk tê. Di Jinwar de Akademiya Jinwar, dibistan, firina Aşnan, dikana Xwişka me, navenda Şîfa Jin û axurek ji bo xwedîkirina sewalan hene. Niştecihên gund di wan navenda de dixebitin û xebatên xizmetguzarî ji tevahiya niştecihên gundê re pêşkêş dikin.

(şx)

ANHA