Gantz û Netanyahu li ser avakirina hikûmeteke yekgirtî li hev kirin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û serokê partiya Kahul Lavan Benny Gantz li ser avakirina hikûmeteke awarte ya yekgirtî li hev kirin. Hikûmet dê bi nobedarî ji aliyê herduyan ve were birêvebirin.

Gantz û Netanyahu li ser avakirina hikûmeteke yekgirtî li hev kirin
20 nîsan, 2020   17:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Kenaleke ser bi Îsraîlê ve ragihand ku Netanyahu û Gantz piştî binkeftina gelek diyalogan ku di navbera wan de derketibûn,  vê sibehê li ser avakirina hikûmeteke yekgirtî li hev kirin.

Li gorî kendalê: "Ji şertê lihevkirinê, serweriya Îsraîlê li ser herêmên Dufa Xerbiya were ferzkirin. Tê gotin ku ev gav dê di 1‘ê Tîrmehê de bikeve meryetê."

Her wiha hate gotin:"Li gorî lihevkirinê, hevbendiya Netanyahu ya berê wê serokatiya Knesset, serokatiya komîteyên darayî, aborî û korona, wezaretên veguhastin, ewlehiya navxweyî, darayî, tenduristî, navxwe, kalîteya enerjî, ekolojî û jîngehan werbigire. Dema hikûmeta Îsraîlê 3 salin, nêvî yekemîn ji aliyê Netanyahu ve û yê duyemîn ji aliyê Gantz ve were birêvebirin. Hikûmeta dê ji 30 wezîran ve were avakirin, Gabi Ashkenazi wezîrê karên derve ye, Benny Gantz yê ewlekariyê, wezareta dadê wezîrek ji "Kahul Lavan" e, digel Likud xwedan maf e ku her biryar têkildarî wezareta dadê bide."

Li gorî kenalê: "Di dema rêvbirina Netanyahu de, Gantz dê navê "Serokê hikûmeta alternative" bistîne. Netanyahu ne xwediyê maf e ku wî ji wezîfeyê dûr bike, bi şertê ku ew sernavan piştî zivirandinê were guhertin."

Hate destnîşankirin ku Netanyahu û Gantz li ser derbaskirina hin guhertinan di "Qanûan netewî" de li hev kirin ku xala nakokiyan di navbera wan de bû.