Li Misirê 250 kes ji ber Koronayê mirine

Wezareta Tenduristiyê ya Misirê ragihand ku hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine gihişt 3 hezar û 333, di nav de rewşa 821 kesan baş bûye û ji nexweşxaneyan hatin derxistin, 250 kes jî mirine.

Li Misirê 250 kes ji ber Koronayê mirine
20 nîsan, 2020   19:02
QAHÎRA

Şêwirmendê Wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê ya Karûbarên Ragihandinê û berdevkê fermî yê wezaretê Dr.Xalid Mucahid diyar kir ku hejmara testên Koronavîrusê (Covid-19) ku ji pozîtîv veguherîn nêfatîv derket hezar û 86, di nav de 721 rewş baş bûne.

Dr. Xalid Mucahid anî ziman ku 189 kesên din bi vîrusê ketine, di nav de kesekî biyanî heye, 11 kes jî birîne.

Li Misirê hejmara kesên ku Koronavîrusê ketine bû 3 hezar û 333, 821 kes baş bûne û ji nexweşxaneyan hatin derxistin, 250 jî mirine.