Komeleya Newroz: Divê aliyên têkildar aloziya li Zînî Wertê rawestînin

Komeleya Newroz a çandî û civakî li Lubnanê nerazîbûna xwe li dijî planên hêzên dagirker li Başûrê Kurdistanê nîşan da û bang li aliyên têkildar kir ku tevliheviyê rawestînin û dest bi diyalogê bikin. Her wiha bang li gel kir ku berpirsyariyên xwe yên nîştimanî pêk bînin û ji bo têkbirina planên derxistina şer di navbera hêzên kurdî de, bi erka xwe rabin.

Komeleya Newroz: Divê aliyên têkildar aloziya li Zînî Wertê rawestînin
20 nîsan, 2020   13:02
LUBNAN

Komeleya Newroz a çandî û civakî li Lubnanê îro der barê rageşiya dawîn a li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek parve kir.

Daxuyaniya Komeleya Newroz wiha ye:

"Rageşiya dawîn li Herêma Kurdistanê, tenê xizmeta ajandeyên dewletên dagirkerên Kurdistanê dike. Wekî em dizanin di dîrokê de û heta niha hêzên Kurdistanê dagir dikin li pişt rageşî û şerên ku rû dane û vê dawiyê li herêma Wertê rû didin. Wek Komeleya Newroz û Kurdên Lubnanê em der barê pêketina plan û siyasetên dagirkeran de ku "kuştina Kurdan bi destê Kurdan" hedef dikin, bi fikar in.

Di heman demê de em rêdayîna hêzên leşkerî yên Tirkiyê û Îranê ji bo pêkanîna planên xwe yên dagirkeriyê ku hegemoniya li ser her bihosteke erdên Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd bi hemû şêwazan hedef dikin, şermezar dikin.

Ji Lubnanê û bi navê hemû Kurdên welatparêz em banga xurtkirina yekitiya Kurdistanî û hevgirtina nîştimanî dikin û divê em li dijî planên dagirkeran yekdest bin.

Her wiha em hêvî dikin ku hemû aliyên Kurdistanî berpirsyariyên xwe yên dîrokî û nîştimanî ji bo yekitiya neteweyî û sekinandina li dijî planên derxistina fitneyê û şer di navbera hêzên kurdî de, pêk bînin. Em piştrast dikin ku ev siyaset xizmeta berjewendiya neteweyî nakin.

Lewra em bang li hemû aliyên têkildar dikin ku şer rawestînin û dest bi diyalog û lihevkirinê bikin. Her wiha bigihîjin çareseriyeke ku xizmeta yekitiya neteweyî dike, da ku hîn zêdetir xwîn neyê rijandin.

(cx)

ANHA