El-Mismarî: Dewleta Tirk ji bo êrişkirina Terhûna amadekariyan dike

El-Mismarî: Dewleta Tirk ji bo êrişkirina Terhûna amadekariyan dike

El-Mismarî: Dewleta Tirk ji bo êrişkirina Terhûna amadekariyan dike
20 nîsan, 2020   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Mismarî di civîneke çapemeniyê de anî ziman ku artêşa Lîbyayê liv û tevgera dewleta Tirk kişf kir û ragihand ku Tirkiyê hêzên xwe ji bo êrişkirina Terhûnayê amade dike û Enqere krîza Koronavîrusê keysbaz dike, lewma teqemenî birin Terablusê, Misrata û Zewara da ku êrişeke terorîstane pêk bîne.

Di heman demê de Civata Parlamentoyên Erebî daxwaza rêzdayîna ji serweriya Lîbyayê re kir, her wiha şandina çekan bisekinîne, banga panbendiya bi biryarên Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê kir û li Qahîreyê di civînekê de bang li NY`yê kir ku yekser destwerdanê bike û rê li pêşiya şandina şervanên biyanî ber bi Lîbyayê ve bigire û mekanîzmayeke zelal ji çavdêriyê û cezayên li dijî aliyên çekan ji bo şerê li Lîbyayê dişînin, diyar bike.

Parlamentoyên erebî bang li aliyên li Lîbyayê kir ku agirbestê ragihînin û da ku pêşî li belavbûna vîrusa koroanyê were girtin, divê bi erka xwe ya mirovî rabin.

eh