Ji Şaneya Aloziyê ya herêma Firatê biryarên nû

Şaneya Aloziyê ya herêma Firatê bi nêzîkbûna werza çandiniyê û çandiniyên demsala havînê re ji bo hêsankirina tevgera cotkaran biryarên nû derxistin.

Ji Şaneya Aloziyê ya herêma Firatê biryarên nû
20 nîsan, 2020   11:14
KOBANÊ

Bi belavbûna Koronavîrusê li gelek dewletên cîran û nexasim li Tirkiyê re, rêveberiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîr girtin û li hemû bajar û bajarokên herêmê hemleyên dezenfektekirinê dest pê kirin. Rêveberiya Xweser her wiha qedexeya derketina derve ragihand û hemû dergehên sînorî girtin.

Nêzî 2 meh e li herêmê qedexeya derketina derve heye. Şaneya Aloziyê ya herêma Firatê bi daxuyaniyekê biryarên nû ragihandin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Şaneya Aloziyê ya herêma Firatê şêniyên herêmê li ser berpirsiyara wan û pabendiya bi biryara qedexeya derketinê re ku Şaneya Aloziyê di 23`yê Adarê de derxistibû, spas dike û ji wan re tenduristiyeke baş hêvî dike. Her wiha em hêvî dikin ku gel di malê de bimîne û dûrî kombûnan be. Em spasiya xebatkarên ku ji bo pêkanîna biryara qedexeya derketina derve ked dane (Desteya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, kadroyên tenduristiyê û Desteya Tenduristiyê ya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê, xebatkarên şaredariyan û rêveberiyên wan, Desteya Enerjiyê, endamên Gerînendetiya Kehrebeyê dikin."

Em şert û mercên derûnî, aborî û civakî yên zehmet ku welatî di dema qedexeya derketinê de dijîn, baş dizanin û em hewl didin pirsgirêkên di encama qedexeya derketinê de derdikevin holê, li gorî derfetên xwe çareser bikin.

Şaneya Aloziyê tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê dewam dike û em piştrast dikin ku di gel belavbûna berfireh a Koronavîrusê li herêmên derdorê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî heta niha tu rewşên nexweşiya Koronavîrusê li herêma Firatê derneketine. Ji bo tenduristiya şêniyan û li gorî biryarên Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev biryar hatin dayîn:

Tevgera li gorî biryara qedexeya derketina derve ya di 23`yê Adarê de hatiye ragihandin, dewam dike.

Dikanên sinaî yên alavên çandiniyê (patoz, traktor, hwd) temîr dikin, wekî berê kar dikin û alîkariya xwediyên alavên çandiniyê ji bo temîrê tê kirin.

Dikanên xerckirin û veguhestina pereyan di hefteyê de rojên duşem û çarşemê ji saet 9`ê sibehê heta 2’yê piştî nîvro, kar dikin.

Nabe kes ji herma Cizîrê ne bişe herêma Firatê ne jî ji herêma Firatê derbasî wir bibe, ji bilî sahrîcên petrolê û kamyonên veguhestina gazê û rewşên tenduristiyê yên taybet.

Em ê bi hevgirtinê zehmetiyan derbas bikin.

)cx)

ANHA