‘Divê hêzên Kurdistanê li pey lîstokên hezên herêmî neçin’

Rojnamevan, rewşenbîr û çalakvanên li herêma Firatê hişyarî ji ber berdewamkirina nakokiyên li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê da û got divê hêzên Kurdistanê li pey lîstokên hezên herêmî neçin.

‘Divê hêzên Kurdistanê li pey lîstokên hezên herêmî neçin’
20 nîsan, 2020   10:49
KOBANÊ

Li herêma Zînî Wertê ya başûrê Kurdistanê di navbera YNK`ê û PDK`ê de alozî çêbû, her wiha ji aliyê Tirkiyê ve tê topbarankirin û PDK`ê sewqiyatên leşkerî ber bi herêma nêzî çiyayê Qendîlê ve birin.

Di vê derbarê de bi dehan rojnamevan û çalakvanan li ser toreyên tevna civakî daxuyaniyeke hevbeş belav kir û tê de bang kir ku li pey lîstokên ku dixwazin şerê biratiyê çêbe, neçin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Li herêma Zînî Wertê ya başûrê Kurdistanê di rojên dawîn de di navbera YNK`ê û PDK`ê de tevlihevî çêbû. Tevlihevî ji ber nakokiyên di navbera her du aliyan de çêbû û hişt ku rewş giran bibe, nakokî kûr bibin û encamên nebaş derkevin.

Em wek rojnamevan, rewşenbîr û çalakvanên civaka sivîl rewş û geşedanên li herêma Zînî Wertê dişopînin. Em bi hêvî ne ku alî nakokiyên ku dê kurdan parçe bikin di nava xwe de derbas bikin.

Em piştrast dikin ku nakokiyên di navbera aliyên kurdî de zirarê didin Kurdan û dikeve xizmeta ajandeyên dijminê Kurdistanê û kesên ku dixwazin welatê me dagir bikin de. Em dibînin ku ev tevlihevî heger dewam bike dê bibe destpêka parçekirina Kurdan li başûrê Kurdistanê û destkeftiyên ku gelê me bi dest xistine, dê werin binpêkirin.

Hêzên herêmî ku li wê herêmê aktîf in û dixwazin xaka welatê me dagir bikin, her tim lîstokên qirêj pêk tînin da ku îradaya kurdan bişkînin. Divê hêzên Kurdistanê li pey wan neçin û di dema nakokî û tevlîheviyan de di asta herî bilind ji zanebûnê de bin. Ji ber heger li pey lîstokan biçin dê şerê biratî dest pê bike û dê encama wê ji hemû aliyan re ne baş be.

Em wek rojnamevan, rewşenbîr û çalakvanên civaka sivîl piştrast dikin ku em di vê dozê de destek nadin tu aliyan li ser hesabê aliyê din. Berjewendiya Kurd û Kurdistanê ji bo me girîng e û di asta yekemîn de ye. Ji ber wê em bang li hemû aliyan dikin ku pîvana diyalogê li şûna şer esas bigirin û nakokiyên heyî çereser bikin."

bx

ANHA