Di nava 24 saetên dawî de 127 kesên din li Tirkiyê mirin

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 127 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 977 kes bi koronayê ketine.

Di nava 24 saetên dawî de 127 kesên din li Tirkiyê mirin
19 nîsan, 2020   17:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca daneyên îro yên koronavîrusê (Kovîd-19) di hesabê xwe yê Twîtterê de belav kir. Li gorî twîta Koca dane ango tabloya îro yên şewba koronayê wiha ne: “127 kesan jiyana xwe ji dest da. 3 hezar û 977 kes bi koronayê ketine.”

Hejmara qûrbaniyên koronayê yên îro li gorî duh 6 kes zêde bûne. Hejmara kesên duh jiyana xwe ji dest dabûn 121 kes bûn û 3 hezar û 783 kes jî bi koronayê ketibûn.