​​​​​​​Li Başûrê Kurdistanê 48 saet in kes bi Koronayê neketiye

Li Başûrê Kurdistanê 48 saet in di kesî de Koronavîrusê nehatiye tespîtkirin.

​​​​​​​Li Başûrê Kurdistanê 48 saet in kes bi Koronayê neketiye
19 nîsan, 2020   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê têkildarî rewşa dawî ya nexweşiya Koronavîrusa daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê heta niha bi giştî 337 kes bi vîrusa Koronayê ya cureya nû (COVID-19) ketine, ji wan 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, 267 kes baş bûne û yên din di kontrola doktoran de ne.

Her wiha hat diyarkirin ku di testên 24 saetên dawî de, ti kesekî ku bi Koronayê ketiye nehatiye tespîtkirin.

Li gor daneyên dawî ev 48 saet e ti kes bi Koronayê neketiye.