Ji şêx û rûspiyên Minbicê pêngava komkirina alîkariyan

Şêx û rûspiyên bajar û gundewarên Minbicê ji ber qedexeya derketina derve, ji bo malbatên hewcedar pêngava komkirina alîkariyan da destpkirin.

Ji şêx û rûspiyên Minbicê pêngava komkirina alîkariyan
Ji şêx û rûspiyên Minbicê pêngava komkirina alîkariyan
Ji şêx û rûspiyên Minbicê pêngava komkirina alîkariyan
Ji şêx û rûspiyên Minbicê pêngava komkirina alîkariyan
Ji şêx û rûspiyên Minbicê pêngava komkirina alîkariyan
19 nîsan, 2020   17:13
MINBIC

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûriyê ji bo rêgirtina li ber Koronavîrusê tedbîrên pêwîst girtin. Ji wan qedexeya derketina derve hate ferzkirin ku ji 23‘yê Adarê de destpê kir û hîn jî didome. Ev yek bandorê li kesên ku debara malbata xwe ji karê xwe yê rojane dabîn dikin kir.

Şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Minbic û gundewarên wê destpêka vê mehê pêngava komkiririna alîkariyên ji bo malbatên hewcedar re da destpêkirin.

Derbarê pêngava komkirina alîkariyan a şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê de, bi navê şêx û rûspiyên bajar û gundewarên Minbicê şêx Mihemd Elî Reşo ji ANHA‘yê re axivî. Reşo di destpêka axaftina xwe de spasiya Rêveberiya Xweser kir a ku ji bo parastina tenduristiya şêniyan ji vîrusê dixebite, kolan û deverên giştî dezenfekte dike.

Mihemed Elî Reşo anî ziman ku însyatîfa şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê ya komkirina alîkariyan ji pêwîstiyekî hat û got: "Gelek malbat hene debara xwe ya jiyanî li ser karê xwe yê rojane peyda dikin. Pêngava komkirina alîkariyan ji malbatên di rewşên wiha de bi alaqeyek mezin ji aliyê bazirganan ve hate nîşandan."

Reşo destnîşan kir ku di çaroveya pêngavê de ta niha 60 milyon lîreyên sûrî hate komkirin.

Şêx Mihemed Elî Reşo bal kişand ser elaqeya ji aliyê bazirganên Minbicê ve ya bi vê pêngavê re û got: "Li Minbicê ev tiştek ne nû ye, beriya niha gelek însyatîfên ferdî hebûn. Spasiya hemû kesên beşdarî vê însyatîfê bûne dikin. Bersivdayîna şêniyên Minbicê ya ji pêngavê re nîşaneya hevgirtina civakî û biratiya navbera pêkhateyan ye."

Şêx Mihemed Elî Reşo di dawiya axafina xwe de banga yekkirina hemû pêngavan kir da ku xurtir be û got, ev pêngav hîna di pêvajoya xwe ya yekemîn de ye û dê heta bidawîbûna qedexeya derketina derve berdewam be. Şêx Mihemd Elî Reşo hêvî kir ku însyatîf bighêje hemû hewcedaran.

Tê payîn ku beşa yekemîn a alîkariyên xwarinê dê du rojên bê de were belavkirin.

ANHA