Di êrişa Tirkiyê ya li dijî baregeheke Lîbyayê de rojnamevanek jiyana xwe ji dest da

Artêşa Lîbyayê ragihand ku di êrişek hawayî li ser baregeha Wetiya de rojnamevanê Lîbî Mihemed Necmedîn El-Xîtabî jiyana xwe ji dest da.

Di êrişa Tirkiyê ya li dijî baregeheke Lîbyayê de rojnamevanek jiyana xwe ji dest da
19 nîsan, 2020   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Alîgirên hikûmeta Wîfaqê ya ku desteka xwe ji Tirkiyê digire êrişeke hawayî li dijî baregeha Wetiya ya rojavayê Lîbyayê pêk anîn.

Odeya Operasyonên Kerama ya girêdayî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişê de rojnamevanê Lîbî Mihemed Necmedîn El-Xîtabî jiyana xwe ji dest daye.

Tevî banga agirbestê ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û Komkara Ereban ve ya ji ber Koronavîrusê, şerê di navbera artêşa Niştimanî ya Lîbyayê û hikûmeta Wîfaqê ya Tirkiyê desteka wê dike de, berdewam e.