DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş pêk anî: 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Di êrişa çeteyên DAIŞ ya derdora çiya Qereçox ê li herêma Mexmûrê de, 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin.

DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş pêk anî: 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin
19 nîsan, 2020   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews, Çeteyên DAIŞ li ser rêya navbera gundê Elîreş û Berdispî ku dikeve bin çiyayê Qereçox a ser bi navçeya Mexmûr a ser bi Musilê, êrişek pêk anîn.

Li gor agahiyan di encama êrişa çeteyan de, 2 leşkerên Iraqê yên taxima 3 ya ser bi Lîwaya 50 a fermandariya 14 ya artêşa Iraqê mirine. Hate zanîn ku ji bo dîtina çeteyên DAIŞ’ê operasyona li Herêmê dewam dike.