Li Filistîn û Îsraîlê bîlançoya Koronavîrusê giran dibe

Li Filistînê hejmara kesên ku bi Koronavîrusê ketine gihaşt 430 nexweşan. Ji aliyekî din ve wezareta tenduristiyê ya Îsraîlê diyar kir ku 172 kes mirine û 13 hezar 362 bi vîrusê ketine

Li Filistîn û Îsraîlê bîlançoya Koronavîrusê giran dibe
19 nîsan, 2020   13:53
XEZA

Wezîra tenduristiyê ya Filistînê Mey Kîle got wezaretê li parêzgehên Difa Xerbiye û Qudsê 6 kesên nû ku bi koronavîrusê ketine belge kir.

Mey anî ziman ku : "Hejmara giştî ya nexweşên Koronavîrusê li Difa Xerbiye, Xeza û Qudsê gihaşt 430 nexweşan."

Di heman mijarê de çapemeniya Îsraîlê ragihand ku li Îsraîlê di nav 24 saetên dawîn de 12 kes ji ber Koronavîrusê mirine, hejmara miriyan gihaşt 172.

Wezaretê bibîr xist: "Hejmara kesên ku virus vegirtine gihaşt 13 hezar û 362 kesan. Jê 9 hezar û 378 kes rewşa wan sivik e û di mal de yan jî otêlan de di nav karantînayan de ne. Her wiha 3 hezar û 564 nexweş jî baş bûne."

Çapemeniya Îsraîlê bal kişand ser ku li gel hejmara zêde ya nexweş û miriyan ji ber koronavîrusê, hikumetê qonaxa yekemîn a kêmkirina asta tedbîran di sûka kar û aborî de erê kir. Di vê qonaxê de tenê ji sedî 30 ji karker û karmend dikarin biçin kar, ev perspektîf dê roja yekemîn a derxistina biryarê heta destpêka meha Gulanê di meryetê de be. 

Li aliyekî din jî, nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê hemleyên serdegirtinê û kontrolkirinê li herêmên cuda li Difa Xerbiye meşandiye. Di wan hemleyan de hejmarek ciwanên filistînî girtin. Li Xezayê artêşa Îsraîlê cotkar di nav zeviyên nêzî sînoran de, keştiyên nêçîrvanan li derya  guleberandin, ji ber gulebaranê ziyanên mirovî çêbibin. 

(şx)