Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê toreke bazirganiya çekan girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Firatê li kantona Kobanê komeke qaçaxçiyên çekan girt û çekên bi wan re desteser kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê toreke bazirganiya çekan girt
19 nîsan, 2020   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Firatê îro daxuyaniyek da û tê de bal kişand ser girtina komeke sûcên birêxistinkirî ya ji 7 qaçaxçiyan pêk tê ku bazirganî û diziya çekan li kantona Kobanê dikin.

Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn wiha ye:

"Îro 19’ê meha Nîsanê, Tîma Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî toreke qaçaxçî û bazirganên çekan li kantona Kobanê girt.

Tîma Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî 3 hefteyan rewş şopand, paşê 7 kesên ku bazirganî û diziya çekan dikirin, girtin. Tor li 3 koman hatiye dabeşkirin, yekê çek didizîn, yekê jî taybetmendiyên wê diguhertin û yekê jî difirotin.

Endamê rêveberiya Tîma Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî diyar kir ku wan 2 çekên kalaşnîkov 3 çekên bêrno û parçeyên piraniya cureyên çekan, alava nexşekirina hejmarên çekan û veşartina taybetmendiyên çekan desteser kirin.

Hêjayî gotinê ye ku hêzên me rakirina çekan û bazirganiya wan qedexe kiriye û sûcekî cezayî hesibandiye."

(eh)