Kolanên Amûdê hatin dezenfektekirin

Şaredariya Gel a Amûdê bi hevkariya Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo kolanên navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişlo dezenfekte kirin.

Kolanên Amûdê hatin dezenfektekirin
19 nîsan, 2020   11:47
QAMIŞlO

Di 23`yê Adara borî de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê qedexeya derketina derve ragihand. Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo dest bi hemleyên paqijî û dezenfektekirina rêyên sereke yên navçeyên kantona Qamişlo kir.

Hemleyên dezenfektekirinê li hemû bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 15`ê Sibatê ve dest pê kir û dê ji bo parastina şêniyan ji Koronavîrusê berdewam bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3gr_EwHQ9Jw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>