Li Hewlêr û Silêmaniyê xwepêşandanên ji nû ve destpêkirina kar

Xwediyên basên veguhastinê û dikandaran li Silêmanî û Hewlêrê xwepêşandan li dar xistin û xwest biryara qedexeya derketina derve ji ser wan rabe.

Li Hewlêr û Silêmaniyê xwepêşandanên ji nû ve destpêkirina kar
19 nîsan, 2020   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve ji ber berbelavbûna Koronavîrusê (Covid-19) li gelek parêzgehên herêmê ferz kir û kombûn jî qedexe kir.

Da ku tedbîrên qedexeyê werin sivikkirin, ajokarên xetên hundirîn ji xwediyên basên li Silêmaniyê îro çalakiya bi daxwaza ji nû ve dest bi kar bikin da ku jiyana berê li Silêmaniyê vegere, li dar xist.

Di 24 saetên borî de 3 xwepêşandan li Hewlêrê jî çêbûn, her wiha xwediyên dikanên kehrebeyê îro xwepêşandanek bi daxwaza vekirina dikanên xwe û destpêkirina kar li dar xist.

(fr)