​​​​​​​Hikumeta Tirkiyê çend malperên nûçeyan asteng kirin

Hikumeta Tirkiyê çend malperên nûçeyan li ser înternetê asteng kirin ku ev yek hewldanên hikumetê yên veşartina rastiya siyaseta xwe ya derve diyar dike.

​​​​​​​Hikumeta Tirkiyê çend malperên nûçeyan asteng kirin
19 nîsan, 2020   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Tirk malperên El-Erebiye, Sky News, rojnamaya Ukaz, El-Exbariya El-Siûdiyê, Independent Turkçe ya ku weşanê bi zimanê tirkî dike, her wiha ajansa Was a nûçeyan a Siûdiyê li Tirkiyê asteng kirin.

Tê zanîn ku hikumeta Tirk hemû malperên nûçeyan ku rastiya siyaseta Tirkiyê ya hundirîn û derve aşkera dikin, digire. Ji wan malpera ajansa me ANHA’yê jî hikumeta Tirk ji destpêka êrişên li ser kantona Efrînê ve asteng kir ku rastiya li ser erdê çêdibe ji raya giştî ya Tirkiyê veşêre.

(bx)