ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-04-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-04-2020
18 nîsan, 2020   04:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Cenazeyê du şehîdan li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ya bajarê Hesekê, li gel girtina tedbîrên li dijî Koronavîrusê, dê werin veşartin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo pêngaveke paqijkirin û dezenfektekirinê li navçeya rojhilat a bajarê Qamişlo organîze dike, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de sê girtî ji ber Koronavîrûsê mirin. Malbatên girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de li ser jiyana zarokên xwe ditirsin. Malbatan bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku zextê li hikumeta Tirkiyê bikin da ku girtiyan serbest berdin û rê li pêşiya Tirkiyê bigirin ku girtîgehan veneguherîne qada darvekirina girtiyên siyasî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 

DOSYA

 

- Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji sala 1992’yan ve xebatên xwe yên li ser ziman didomîne. Gelek caran hikûmetên dewleta Tirk zext lê kirin û hewl da xebatên wê asteng bikin, lê Enstîtu 28 sal e xebatên xwe berdewam dike û bi gelek erk û mîsyonên girîng rabû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 

POLÎTÎKA

 

- Sekreterê giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk Salih Gedo got: “Aloziyek gelêrî li Tirkiyê heye. Erdogan bi tevahiya rêbazan hewl dide vê aloziyê veşêre. Ji ber wê êrişên xwe yên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Divê NY, Rûsya û Amerîka helwestên cidî li hember êrişên Tirkiyê yên domdar nîşan bidin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ebdulkerîm Siko diyar kir ku PDK  û hikûmeta Iraqê ji encamên ambargoya li ser wargeha penabera a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) berpirsyar in û got: “Ambargo xizmeta ejandeyan Tirkiyê û dijminên doza Kurdî dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cemal Şêx Baqî got: “Dewleta Tirk bi hevkariya hinek aliyên başûrê Kurdistanê hewl dide çiyayên Kurdistanê dorpêç bike û tevahiya rêyên wê qut bike. Êrişa li dijî wargeha Mexmûr destpêka komployek nû mezin li dijî gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

 

CÎHAN

 

- Mensûr Salih got: "Tirkiye bi rêya alavên xwe yên mîna koma Îxwan û komên terorîst ên, hewl dide aloziyê li Yemenê derxe û bi rêya Yemenê Deryaya Sor kontrol bike.” (BI WÊNE).

ANHA