Zêdeyî hezar endamên hêzên deryayê yên Fransayê bi Koronayê ketin

Wezîrê Artêşa Frensayê Florence Barley piştrast kir ku, ji 2 hezar 300 personelên hêzên deryayê yên Fransî yên ku di balafirhilgira Charles de Gaulle de dixebitin hezar û 81 personelên bi Koronayê ketine.

Zêdeyî hezar endamên hêzên deryayê yên Fransayê bi Koronayê ketin
17 nîsan, 2020   21:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra Artêşa Fransayê di civîna Komîteya Parastinê ya Komeleya Niştimanî (Parlamantoya Fransayê) de axivî, diyar kir ku test ji 2 hezar û 100 leşkerî re hate çêkirin, derket ku hezar û 81 personelên hêzên deryayê bi Koronayê ketine.

Florence Barley anî ziman ku nîşaneyên Koronayê li ser 545 endaman xuya bû, 24 endam rakirin nexweşxaneya bajarê Tolon a li başûrê rojhilatê Fransayê. Her wiha diyar kirin ku endam ji bo du hefteyan ketine karantînayê ta testên wan derkevin.

Balafirhilgira ku hezar û 700 kes li ser bûn beriya du hefteyan gihiştibû bajarê Tolonê, piştî ku erka xwe ya 3 mehan bi dawî kir.

Florence Barley diyar kir ku wan roja 7‘ê Nîsanê biryar da ku erka balafirhilgira bi dawî bikin piştî agahiyên derketina vîrusê li ser 36 kesan bihîstin.