​​​​​​​Li kampa Newroz şewat: 4 zarok mirin, 3 birîndar bûn

Li kampa Newroz a li Dêrikê şewatek ji ber teqîna sobeya gazê derket, 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 3 birîndar bûn.

​​​​​​​Li kampa Newroz şewat: 4 zarok mirin, 3 birîndar bûn
3 nîsan, 2020   18:05
QAMIŞLO

Li kampa Newroz a li bajarê Dêrik a ku koçberên ji Serêkaniyê û Zirganê lê bi cih bûne, saet di 18:30‘an de şewatek ji ber teqîna sobeya gazê derket.

Di encamê de zarokên bi navê" Teysîr Mihemed Îlêwî El-Sacir (6), Diyana El-Sacir (8), Beraa El-Sacir (2) û Esed El-Saric (8) jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha Fatima El-Sacir (12), Miyeser El-Sacir (10) ên ji Serêkaniyê, Ehmed Mihemed Xelîl (3) ji Zirganê birîndar bûn.

Ambulancên Heyva Sor a Kurd yekser birîndar rakirina nexweşxaneya Şehîd Hogir a li bajarê Dêrikê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NGjzYTTeP4s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>