Li gundên Girê Spî 2 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest da

Di topbarana li dijî gundên Girê Spî de, 2 leşkerên rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest da û yek din birîndar bû.

Li gundên Girê Spî 2 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest da
3 nîsan, 2020   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên leşkerên rejîma Sûriyê yên li gundên Kopirlik, Evdiko û Qizelî yên rojavayê Girê Spî bi obusan topbaran dikin.

Di topbarana li dijî gundê Qizelî de du leşkerên hêzên rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest da. Li gundê Evdiko jî leşkerek birîndar bû.

Topbarana li ser gundên navborî didome.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9bhce25iV18" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>