121 sazî û rêxistinên xwecehî û navdewletî banga piştgiriyê li WHO kirin

Ji ber xeteriya şewba Koronavîrusê 121 rêxistin û saziyên xwecehî û navdewletî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin banga alîkariyê yê li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kirin.

121 sazî û rêxistinên xwecehî û navdewletî banga piştgiriyê li WHO kirin
3 nîsan, 2020   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber xeteriya belavbûna Koronvîrusê 121 rêxistin û saziyên xwecehî û navendewlî yên ku li Bakur û Rojihlatê Sûriyê kar dikin peyamek ji mûdîrê Giştî yê Rêxisitna Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Dr. Tedros Adhanum Gebres,  Mûdîrê Herêmî

Yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Rojhilata Navîn Dr. Ehmed El-Menzerî, berpirsê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Girêdayî Tenduristiya Bedenî û Hizmendî Dr. Dainius Bourasbi re şandin. Di nameyê de banga alîkariya tenduristiyê ji bo Rojhilat û Bakurê Sûriyê hate kirin.

Di peyamê de hate gotin:

"Em 121 rêxistin û saziyên herêmî û xwecehî û navdewletî yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikar belavbûna Koronavîrusê (Covid -19)  li cîhanê û dewletên derdorê yên Sûriyê dişopînin. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî beşî dorpêçkirî ye û ji ber kêmbûna kador, xizmetguzarî û alavên tenduristiyê zehmetiyan dikşîne. Her wiha alîkarî li ser sînor hatine rawestandin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro zêdeyî 4 milyon welatî dijîn, di nav de zêdeyî milyon koçber ên ji herêmên cûda yên Sûriyê hene. Pêwîstiya van welatiyan bi xizmeta tenduristiyê heye. Her wiha zêdeyî sed hezar koçber di nava 11 kampan de dijîn. Dîsa jî bi hezaram malbatên çekdarên biyanî yên Rêxistina Dewleta Îslamî hene ku di kampa Holê de di rewşên mirovî yên zehmet de dijîn.

Ji ber tunebûna alavên keşifkirina vîrusa Koronayê(Covid-19) desthilatdarî û rêxistinên mirovî  li zingilê xeteriyê bide. Şam hewl dide ku Rêveberiya Xweser neçarî teslîmbûnê û dana tawîzan bike, li Serêkaniyê ya di bin serweriya komên girêdayî Tirkiyê ku hewl da di demên dawî de avê li ser bajarên Hesekê, Til Temir, Hol û Erîşê qut bikin. Li gorî Fona Alîkariya Zarokan a NY (Unicef) ev yek xeteriya vegiertina vîrusê zêde dike.

Em rêxistinên civaka sivîl (navdewletî û herêmî) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe bi kedên tevahî desteyên navdewletî yên der barê bisînorkirina belavbûna vîrusê radighînin. Di heman demê de em bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û hemû rêxisitinên têkildar dikin ku bi bersiva lezgîn bidin û destekê bidin rêxistin, desteyên herêmî."

Hin sazî û rêxistinê îmze kirine;

  1. Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan- Çavdêr
  2. Rêxistina Endazyarî ya Xizmetguzariyan
  3. Hevbendiya Ciwanên Sûri ya aktîvkirina biryara Meclisa Ewlehî ya 2250 li Sûriyê
  4. Komeleya Tirkmenî
  5. Komeleya Nîştimanî ya amadekirina Jinên Sûriyê
  6. Navenda Sûriyê ya Lêkolîn û Diyalogê
  7. Rêxistina Navneteweyî ya Piştgiriya Qurbaniyên Şer û Karesatan(IPV)
  8. Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê
  9. Komeleya Reca
  10. Komeleya Yasmîn
  11. Komeleya Aras a Xêrê
  12. Yekitiya Rojnamegerên Kurd li Sûriyê

ANHA