Artêşa Lîbyayê balafireke hikûmeta Wîfaqê xist xwarê

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê balafirek şer a hikûmeta Wîfaqê ya bi serkêşiya Fayzi El-Serac ê ku desteka xwe ji Tirkiyê digire, xist warê.

Artêşa Lîbyayê balafireke hikûmeta Wîfaqê xist xwarê
2 nîsan, 2020   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî yê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê General Ehmed El-Mismarî got: "Pargala parastina asîmanî îro nîvro, balafirek şer bi tîpa L39 a ayidê milîsan li başûrê herêma Ebû Qirên xist xwarê. Di encamê de pîlotê balafirê Ebdulanî El-Erîq û alîkarê wî Îbrahîm Ferec hatin kuştin."