Dîmenê kolanên Kobanê yên vale

Vê êvarê di çarçoveya ferzkirina qedexeya derketina derve ya ku Rêveberiya Xweser a herêma Firatê ragihandibû de, kolanên bajarê Kobanê vala ne.

Dîmenê kolanên Kobanê yên vale
25 adar, 2020   18:17
KOBANÊ

Di roja yekemîn a ferzkirina qedexeya derketina derve ya bi temamî de ya ku Rêveberiya Xweser ragihaniye, kolanên bajarê Kobanê yên ku di saetên êvarê de tijî dibûn, vala ne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro pîştî nîvrû qedexeya derketina derve ya temamî di navbera saet 14:00`an piştî nîvro heya roja din saet 6:00`an sibehê ferz kir. piştî ku di du rojên derbasbûyî de dikan û hinek sazî hatin istisnakirin.

Ruxmî tunebûna Hêzên Ewlekariyê Asayîş di nav kolanan de, lê şêniyan banga Rêveberiya Xweser anîn cih û ji malên xwe derneketin. Li rex wê jî karketên şaredariyên gel di nav kolanên bajar û navçeyan de belav bûne, paqij dikin û pak dikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xCl-4G9rVvQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>