Pirên dergeha Sêmalka bi sedema barana dijwar li derveyî xizmetê ne

Pirên çûn û hatinê yên dergeha Sêmalka ji duh ve bi sedema bajarên dijwar li derveyî xizmetê ne.

Pirên dergeha Sêmalka bi sedema barana dijwar li derveyî xizmetê ne
18 adar, 2020   11:21
QAMIŞLO

Ji duh ve li herêmên Cizîrê barana dijwar barî, di encamê de rêjeya ava Çema Dicle bilind bû, bi wê re jî her du pirên çûn û hatin yên dergeha Sêmalka bi temamî ji xizmetê derketin.

Gerînendeyê têkiliyên dergeha Sêmalka Baz Ehmed der barê mijarê de wiha got: "Barana dijwar, rêjeya ava Çema Dicle bilind kir û bê wê re jî her du pirên çûn û hatin ji xizmetê derketin."

Ehmed piştrast kir ku karkerên çêkirinê bi sedema barana dijwar heta niha nikarîn pir çêbikirana.

(fr)

ANHA