Taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn

Du sal derbas bûn ku artêşa Tirk a dagirker kantona Efrînê dagir kiriye. Meclisa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye di vê rojê de wêneyên şehîdên her du taxan daleqandin.

Taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn
18 adar, 2020   10:39
HELEB

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20`ê Çileya 2018`an de êrişî kantona Efrînê kirin û di 18`ê Adarê de Efrîn dagir kirin.

Ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana Serdemê yên Efrîn û wefedariya bi wan re Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê mîna Avesta Xabûr û şehîd Karker di li ser rêyên giştî yên taxan daleqandin.

Her wiha dirûşmeyên "Bi rihê Avesta û Karker em ê berxwedanê bilind bikin û Efrînê rizgar bikin" daleqandin.

(bx)

ANHA