Îran tawanbariyên DYA’yê red dike

Wezareta Karên Derve ya Îranê rastiya tawanbariyên DYA’yê û serokê wê Donald Trump der barê êrişa li dijî hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li Iraqê de derewandin.

Îran tawanbariyên DYA’yê red dike
13 adar, 2020   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Îranê îro bi daxuyaniyekê got Washington nikare Îranê der heqê nakokiyên hebûna DYA’yê ya nerewa li Iraqê de berpirsyar bibîne. Wezaretê destnîşan kir ku DYA nikare bi pêş de bireve û Îranê bi berteka gelê Iraqê ya kuştina fermandarên leşkerî û şervanên wê berpirsyar bibîne.

Wezareta Karên Derve ya Îranê da zanîn ku divê Trump li hebûn û reftara hêzên Amerîkayê li herêmê ji dêvla pêkanîna bergiriyên xeternak û tawanbariyên ku di binyada wê de tune ne, vegere.

Di encama bersivdana êrişa li dijî baregeha El-Tacî ya nêzî Bexdayê de ku 2 leşkerên amerîkî û brîtaniyekî jiyana xwe ji dest daye, DYA’yê di şeva berê de derbeyên dijwar li dijî nuqteyên ketîbeyên Hizbullah a Iraqê ya girêdayî Heşd El-Şebî pêk anîn.

DYA’ê berpirsyariya vê êrişê li Îranê girt, her wiha derbeyên Amerîkayê yên li dijî ketîbeyên Hizbullahê yên li tevahî Iraqê pêk hatine bi "xweparastinê" bi nav kirin. DYA’yê ragihand ku van derbeyan 5 nuqteyên depoyên çekan hedef girtin, da ku pêkanînên wê bi awayekî mezin di pêşerojê de li dijî hêzên koalîsyonê kêm bibe.

(fr)