Êla El-Ibêdat: Em destwerdana Tirkiyê red dikin û çareserî bi rêya diyaloga sûrî-sûrî pêkan e

Şêxê êla El-Ibêdat a Dêrazorê Nûrî El- Hemîş got: “Êlên Ereb destwerdana Tirkiyê di Sûriyeyê de red dikin. Çareseriya aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî pêkan e.”

Êla El-Ibêdat: Em destwerdana Tirkiyê red dikin û çareserî bi rêya diyaloga sûrî-sûrî pêkan e
13 adar, 2020   05:31
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên qaşo bi navê “Artêşa Watanî ya Sûriyê” ruxmî lihevkirinên di navbera wan Rûsya û Amerîkayê de êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.

Dagirkerî binpêkirinên xwe yên hovane li dijî sivîlan berdewam dikin. Piraniya binpêkirinan digihêjin asta sûcên şer. Tevî domandina siyasetên asîmlekirin û guhertina demografiya herêmê li Serêkaniyê û Girê Spî. Mîna ku li Efrînê kir û hîna dike.

Di heman demê de pêkhateyên herêmê dagirkeriyê red dikin. Israr dikin ku Rêveberiya Xweser a ku li ser bingeha biratiya gelan û nimuneya neteweya demokratîk ava bûye, rêya tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Weke mînakekê ku pêkane li tevahiya Sûriyê pêk were.

Girêdayî mijarê şêxê êla El-Ibêdat a Dêrazorê Nûrî El-Hemîş axivî û kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî şermezar kirin. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiye armanc dike dagirkirina herêmê bide rûniştandin.

El-Hemîş got: “Hevgirtina êlan bi tevahiya pêkhateyan ji Cerablusê heya Dêrikê, Baxoz, Reqa û Hesekê pêwîst e. Da ku bi yekrêzî li hember dagikera Osmanî liber xwe bidin.”

El-Hemîş bal kişand ser têkiliya baş a di navbera wan de û diyar kir ku têkiliyên wan bi tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re baş in. El-Hemîş axaftina xwe wiha domand: “Dê bi rêya wan têkiliyan û di bin sîwana neteweya demokratîk de dikarin Sûriyeya pêşerojê ava bikin. Wek êlên Ereb em destwerdana Tirkiyê, yan jî aliyên derve di Sûriyê de red dikin. Em her destwerdana ku parçekirina Sûriyê armanc dike red dikin."

Şêxê êla El-Ibêdat a Dêrazorê Nûrî El-Hemîş di dawiya axaftina xwe de got: “Aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî û rûniştana li ser masaya diyalogê bi tevlibûna tevahiya aliyên Sûriyê pêkane. Kesên ku di dirêjahiya vê erdnîgariyê de bi hev re dijîn, dikarin aloziyê çareser bikin, ne ku yên li derve diaxivin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/p6iXHWY98Eo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>