Ji xwendekarên Dibistana Endelusê re çalakiyek hat lidarxistin

Komîteya Xwendin û Perwerdeyê vê sibehê ji xwedekarên Dibistana Endelus a li taxa El-Ekrad a rojavayê çerxerêya El-Sewamî re, çalakiyek li dar xist.

Ji xwendekarên Dibistana Endelusê re çalakiyek hat lidarxistin
12 adar, 2020   13:34
REQA

Çalakî bi hevkariya yek ji rêxistinên têkildarî zarokan li dar ket û tê de gelek aktîvîte û pêşbirk hatin pêşandan û xelat û diyarî li xwendekaran hatin belavkirin.

Muhened El-Zexîre ku çalakî bi rêxistin kiriye, destnîşan kir ku armanca wan ji vê çalakiyê ew e ku ken li ser rûyê xwendekaran biçînin, nexasim ku di vî temenî de pêwîstiya zarokan bi lênêrînê heye. Ji ber ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve rastî gelek kiryarên xirab hatin.

Ev çalakî piştî bidawîkirina restorekirina dibistanê û xemilandina wê û bi darkirina qada dibistanê, pêk hat.

Hêjayî bbîrxistinê ye ku îro li Dibistana Elî Bin Talib a li naverasta bajêr, çalakiyeke bi vî rengî hatibû lidarxistin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1HzohBWVurc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>