Şêniyên Efrînê şehîd Zinar oxir kir

Şêniyên herêma Efrînê şehîd Zinar Amed ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, oxir kir. di heman demê de Meclisa Malbatên Şehîdan navên 2 şehîdên din ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Şêniyên Efrînê şehîd Zinar oxir kir
Şêniyên Efrînê şehîd Zinar oxir kir
Şêniyên Efrînê şehîd Zinar oxir kir
Şêniyên Efrînê şehîd Zinar oxir kir
Şêniyên Efrînê şehîd Zinar oxir kir
Şêniyên Efrînê şehîd Zinar oxir kir
12 adar, 2020   13:09
ŞEHBA

Bi armanca oxirkirina şehîd Muslim Kirocî (Zinar Amed) bi sedan şêniyên herêma Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn. Şehîd Zinar şervanekî HRE`ê ye û di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûye.

Girseya gel berê xwe da goristana şehîdan a navçeya Ehresê û li goristanê dest bi merasîma oxirkirinê kir. Destpêkê rêzgirtin û paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Xelîl Îsa axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Xelîl wiha axaftina xwe domand: "Da ku em vegerin Efrînê û dagirkeriyê derxin, divê em asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin.”

Paşê li ser navê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê hevseroka Desteya Aborî û Berpirsa Kar û Barên Jinan Muşîra Mele axivî û da zanîn ku ji qada berxwedanê heta eniyên şer şervanên li ber xwe didin û li dijî dagirkeriyê disekinin, silav dikin û wiha got: “Em ê heta mîsogeriya azadiya gelên xwe tê bikoşin.”

NASNAMEYÊN 2 ŞEHÎDAN EŞKERE KIRIN

Di merasîma oxirkirinê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîd Îbrahîm Îsmaîl (Gîvara Efrîn) û Xelîl Osman (Êrîş Efrînê) ku di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, eşkere kirin.

Paşê nasnameyên şehîdan ji aliyê 2 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Ronahî Oso û Samiya Hec Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatan kirin. Şehîd di nava sloganên "Şehîd namirin" de hatin oxirkirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/swUv_V8IeP4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>