Li Minbicê ji bo xwendekaran çalakiya piştevaniya derûnî

Bi hedefa geşkirina pêkanîn û behreyên xwendekaran, Rêveberiya Dibistana Mistefa El-Bekar a bajarê Mibicê bi hevkariya bi Komîteya Çalakiyan re çalakiyek bi sernava "dengên hêviyê" li dar xist.

11 adar, 2020   14:25
MINBIC

Di çalakiyê de endamên Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Minbic û malbatên xwendekaran amade bûn.

Bi navê Rêveberiya Dibistana Mistefa El-Bekar Îbrahîm Hesen axivî û wiha got: "Piştî van hemû azarên ku di ser welatê me re derbas bûne, êşên zarok û bêpariya ji xwendinê, dibînin ku dîsa zarok bi çoşeke mezin dibistanê pêşwaz dikin û perwerdeya xwe distînin."

Îbrahîm Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Mamoste ronahiya neteweyan in, mûmên ku rêya nifşên pêşerojê ronî bikin. Fêrkirin û perwerdekirina zarok berpirsiyariya herî mezin a mamosteyan e ku şaristaniyan ava dikin."

Piştre xwendekarên dibistan şano bi sernava "Paqijiya daristanê" û zarokê bi navê Mihemed Heskîr strana li ser dayikê pêşkêş kir. Her wiha koma strana bi sernavê "zarokên cîhanê" û werzîş hatin pêşkêşkirin.

Dîlanên floklorî û strana bi Mewtinî(welatê min) bi ingilîzî hat pêşkêşkirin. Dûvre xwendekara bi navê Sîwar Şewax helbesta El-Ismeî bi navê sewtu sefîr El-Belbil (dengê xwendina bilbilê) xwend.

Çalakî bi vekirina pêşangeha destekariyan bi dawî bû. Xwendekarên bi navên Cod Ehmed û Lîn Şêxo deriyê pêşangehê vekirin. Her wiha beşdar li tevahî pêşangehê gerîn.

(fr)

ANHA